Kevneşopiya nanê sêlê di bin rûyê germ ên dayikên Kurd de, tê parastin

  • 09:05 7 Îlon 2018
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Bi taybet li gundên Kurdan kevneşopiya nanê sêlê di bin rûyê germ û bi ken ên dayikên Kurd de, tê parastin. Ya girîng ew e ku dayikên Kurd vê çandê bi dilekî xweş didomînin. Dayika bi navê Şemşa Mutlek yek ji wan dayikên Kurd e ku xwedî li kevneşopiya lêxistina nanê sêlê derdikeve. Dayika Şemşa dibêje:"Dema ku ez serê sibehê radibim û nanê sêlê lê dixim ez gelek kêfxweş dibim û bi vê yekê ez malbata xwe jî dilxweş dikim. Ev çanda dayik û bavên me ne. Heta ez hebim ez ê li çanda xwe xwedî derkevim."
 
Her mirov di awêneya çand û dîroka xwe de li rûyê xwe mêze dike. Jinên Kurd jî bi salane ku di awêneya çand û dîroka xwe de li rûyê xwe mêze dikin û nûnertiya parastina çand û dîroka xwe dikin. Dayika bi navê Şemşa Mutlek ku 58 salî ye, dayika 8 zarokan e û ji Gundê Til Necmaya Til Temirê ye, ev peywira girîng girtiye ser milên xwe û dev ji kevneşopiya xwe bernade û dibêje ku li hinda xwarina Mergeyê nanê sêlê gelekî xweş e û mirov ger li çanda xwe xwedî derkeve dikarin hebûna xwe ispat bikin. 
 
Ji dayika xwe hîn bûm
 
Dayika Şemsa tîne ziman ku ew ji dayika xwe hînî çêkirina nanê sêlê bûye, ew her roj ji bo malbata xwe nanê sêlê lê dixe û her wiha di şîn û şaniyan de jî nanê sêlê lê dixe û dibêje:" Li hinda xwarina Mergeyê nanê sêlê gelekî xweş e û mirov ger li çanda xwe xwedî derkeve dikarin hebûna xwe ispat bikin. "
 
'Ez ji bo cîranê xwe jî li nanê sêlê dixim'
 
Dayika Şemsayê bal kişand ser çanda komînal û wiha dewam kir:"Ez ji bo cîranê xwe jî nanê sêlê lê dixim. Ji ber ku ev çanda ya hezkirin û parvekirinê ye. Di dîroka Kurdan de her dem hezkirin û parvekirin hene. Em ê jî heta ji destên me bê vê çandê biparêzin."
 
'Dema ku zarokên me vê çandê hîn bibin dê neyê jibîrkirin'
 
Dayika Şemsa da zanîn ku ji bo ev çand neyê jibîrkirin divê zarok hîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez serê sibehê radibim û nanê sêlê lê dixim ez gelek kêfxweş dibim û bi vê yekê ez malbata xwe jî dilxweş dikim. Ev çanda dayik û bavên me ne. Heta ez hebim ez ê li çanda xwe xwedî derkevim. Çandek ji bo bigihêje nifşên din divê em wê çandê hînî zarokên xwe bikin. Dema ku zarokên me vê çandê hîn bibin dê neyê jibîrkirin. Divê hemû dayik ji bo çanda wan bidome hînî zarokên xwe bikin."