'Çand û huner bingeha netewek azad e'

  • 09:09 28 Tebax 2018
  • Çand û Huner
Orîvan Ebdo/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Derbarê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku wê di 1'ê Îlonê de li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin Endama Çand û Hunerê ya Şengalê Mîdiya Eliyas got:"Em ê jî beşdarî mîhrîcana çand û hunerê ya Rojavayê Kurdistanê bibin. Loma em amadekariyên xwe dikin. Em gelekî bi kelecan in . Ji ber ku çand û huner nasname û nirxên netewî ne. Divê em li nasname û nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin." Her wiha Endama Kevana Zêrîn a Şengalê Dildar Hisên jî anî ziman ku çand û huner bingeha netewek azad e û divê hemû kes li çand û hunera xwe xwedî derkevin. 
 
Derbarê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku wê di 1'ê Îlonê de li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin Endama Çand û Hunerê ya Şengalê Mîdiya Eliyas diyar kir ku ji bo ew li ser piyên xwe bisekinin pêwist e ku ew li çand û hunera xwe xwedî derkevin û got:"Çand û huner bingeha civakek azad û serbixwe ye. Loma em ê jî piştgiriyê bidin Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê." Her wiha Endama Kevana Zêrîn a Şengalê Dildar Hisên jî bi lêv kir ku ji bo siberojek azad û aram ew ê xwedî li çand û hunera xwe derkevin. 
 
Mîdiya Eliyas bi lêv kir ku divê di destpêkê de jin ji bo parastina çand û hunerê bibe mînak û wiha got:"Ji ber ku jin bingeha nirxên civakî û neteweyî ava dike, loma divê di destpêkê de jin li çand û hunera xwe xwedî derkevin. Em ê jî wekî jinên Şengalê piştgiriyê bidin mîhrîcanê û bi stran, dîlan, mûzikên xwe beşdarî mîhrîcanê bibin. Çand û huner bingeha civakek azad û serbixwe ye. Loma em ê jî piştgiriyê bidin Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê." 
 
'Çand û huner bingeha netewek azad e'
 
Endama Kevana Zêrîn a Şengalê Dildar Hisên jî da zanîn ku çand û huner bingeha netewek azad e û wiha got:"Em niha amadekariyên xwe dikin. Em provayên dîlan û stranan dikin. Em ê jî bi hunera xwe beşdarî Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê bibin. Ji bo em çand û hunera xwe biparêzin divê em bixebitin. Ji bo siberojek aram û azad em li çand û hunera xwe xwedî derdikevin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin li çand û hunera xwe xwedî derkevin."