'Jin gerdûn bi xwe ye û divê em li ziman, wêjê û li gerdûna xwe xwedî derkevin'

  • 09:09 26 Tebax 2018
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî  
 
HESEKÊ - Helbestkar Şahîra Heyder ku ji zarokatiya xwe heta niha helbestan dinivîse diyar kir ku jin gerdûn bi xwe ye û divê em li ziman, wêjê û li gerdûna xwe xwedî derkevin. 
 
Helbestkar Şahîra Heyder ku li Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dijî û xwediyê berhema bi navê "Li Îlafî Şiarî" ye anî ziman ku ew di helbestên xwe de reng û rûyê jinê derdixe pêş û got ku helbest ji wê evîn e û ew êw heta dawî vê evînê bijî. 
 
'Helbest eynika hestên mirov e'
 
Şahîrayê da zanîn ku helbest eynika hestên mirov e û got:"Dema ku ez helbestan dinivîsim û bi taybet ez reng û rûyê jinê derdixim pêş ez gelekî şanaz û bextewar dibim. Jin ji ber ku di civakê de xwedî rolek taybet e, ji ber ku kirdeya civakê ye loma divê em di helbestên xwe de cih bidin hest û rola jinê. Ked, berxwedan û têkoşîna jinê hêjaye ku bibe mijara helbestê."
 
'Divê jin bêtir li wêjeyê xwedî derkeve'
 
Şahîrayê bi lêv kir ku ya ku herî zêde li çand, huner û wêjeyê xwedî derketine jin in û wiha domand:"Dema ku em li dîrokê dinêrin çand, huner û wêjeyê bingeha xwe ji hestên jinê girtiye û bi saya jinê hatine parastin. Loma divê jin niha jî bêtir li wêjeyê xwedî derkevin, binivîsin û bixwînin."
 
'Bawerî serkeftin e'
 
Şahîrayê da zanîn ku dema jin baweriya xwe bi xwe bîne dikare her tiştî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku bawerî serkeftin e loma jin bila baweriya xwe bi xwe bînin û serî netewînin. Çimkî jin gerdûn e. Jin gerdûn bi xwe ye û divê em li ziman, wêjê û li gerdûna xwe xwedî derkevin.