Li Serêkaniyê pêşangeha cil û bergên kurdî hat vekirin

  • 12:56 18 Tebax 2018
  • Çand û Huner
SERÊKANIYÊ- Desteya Çand û Hunerê ya Tevgera Kevana Zêrîn bi minasebeta Cejna Qurbanê pêşangeha cil û bergên kurdî li navenda Çand û Hûner vekir.
 
Li bajarê Serêkaniyê Desteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a Waşûkanî ya Serêkaniyê bi munesebeta Cejna Qurbanê pêşangehek cil û bergên kurdî vekir. Di pêşangehê de cil û bergên kurdî yên jinan û zarokan,  wêneyên bi dest hatin xêzirkin û berhemên hûnera destan hatin pêşandan. Pêşangeh bi tevlîbûna dehan ji kesên li bajêr ku hunera xwe lê pêşkêş kirin ve hat pêşandan.
 
Endama desteya çand û hûnerê  Rîma Silêman, derbarê pêşangehê de axivî û wiha got: "Ermanca vekirina vê pêşengehê ew e ku  cil û bergên kurdî dîsa di nava gel de bên belavkirin ku bi kar bînin. Cilên ku tên pêşêkêşkirin wê werin firotin. 
 
Pêşngeha ku hat vekirin dê du rojan vekirî bimîne.