Li Wanê şopa piyê zarokek ya ji serdema Uratuyan ve maye hat dîtin

  • 14:25 14 Tebax 2018
  • Çand û Huner
WAN - Di vekolînên ku li derdora Keleha wan hain kirin de şopeke piyan a ji serdema Uratuyan ve maye hat dîtin. Şopa ku hat dîtin tê texmînkirin ku ya piyê zarokek 13-15 salî ye.
 
Keleha Wanê ku navçeya Tuşbayê ya Wanê ye. Li dora 3 hezar sal e ku li ser piyan e û dîroka li derdora wê jî tê lêkolînkirin. Di vekolîna ku îsal ji aliyê Navena Akeolojiyê ya Wanê ve tê kirin pêketineke ku mirovê zanist kelecanî bike hat jiyîn. Li gorî texmînan maleke ji kerpîçan û şopa piyê zarokan lê heye hat dîtin. Hat aşkerakirin ku şopa piyê hatiye dîtin dibe aîdê zarokek 13-15 salî be.
 
Şopa ku hat dîtin ji alîyê restoratoran e ve hat zexmkirin û gitin bin parastinê.