Xelatên 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayîn

  • 10:35 9 Tebax 2018
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Xelatên 4'emîn  Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat  ku vê salê diyarî Şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Deniz ê ku di êrîşek xwekujî ya  Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê şehîd ketibû  hat kirin hatin dayîn. 
 
4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat bi pêşengtiya YXA’ê li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li cihê konfaransê saet di 20:30’an de bi amadebûna bi sedan beşdarvanan, nûnerên saziyan û mêvanên derve bi  deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û kesên hêjayî xelatê hatin dîtin xelatên xwe girtin.
 
Li ser girîngiya rojê  Dayîka Şehîd  Deniz Firat  Sultan Yildiztan axivî û got: “Ez ê heta dawî şopdarê rêya Deniz û Rizgar bim.
 
Li ser navê malbata Şehîd Rizgar Adanmiş xuşka Şehîd Rizgar axivî  û hestên xwe wiha anîn ser ziman: “Deniz û Rizgar cihê xwe di dile me de girtin.. Ez gelek kêfxweşbûm ku ev pêşbirk ji bo Rizgar hatiye amadekirin. Ew li koçberiyê de mezin bû û şehîd ket. Deniz soz dabû ku ew ê heta dawiyê kameraya xwe daneyne û ev soza xwe pêk anî. Ez jî li vir soz didim  xebat ku heta dawiya şopdarê Xebat bim.”
 
Piştî axaftinan diyariyên hatin  amade kirin radestî malbatê hat kirin. Piştî diyariyan  sînevizyona kû ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad  Şehîd Denîz Firat û Şehîd Rizgar Adanmiş hatibû amadekirn hat pêşandan.
 
Piştî  temaşekirina sînevizyonê merasîma xelatdayînê  dest pê kir.
 
Navê kesên  hêjayî xelatê hatin dîtin wiha ne;
 
Kurdî / Kurmancî - Helbest
 
1’emîn; Lokman Akbaba, Dilsoziya Gulanê, Zîndana Tekîrdax Tîpa F
 
2’emîn;  Salahadîn Yusuf, Çiraya pêşîn, Efrîn niha li Kobanê ye
 
3’emîn; Abdulrizaq Şîmşek, Rewneqa DelalaMadî, Zîndana Diyarbekir, tîpa T 
 
Kurdî/ Kurmancî - Çîrok
 
1’emin Abdûlrezaq Şîmşek, Mêvanê Şevê, Zindana Amadê Tîpa T
 
1’emîn; Weysî Tallî, Daweta Sitî Zileyxa û kurê Mîrê Botanê, li Wargeha Mexmûr
 
1’emîn; Roza Metîna, Mizgîn xêrên der biharan , Mêrdîn li Amedê
 
2’emîn ; Qedîr Egîd û Sêvda tî ma…!, Amûdê niha li Qamişlo ye
 
3’emîn; Loqman Akbaba, Soring, Zîndana Tekîrdax T’ipa F