Kevirên kom dike bi keda xwe watedar dike

  • 09:13 4 Tebax 2018
  • Çand û Huner
AMED - Afîfe Mîntaş ji biçûkatiya xwe de bi kevirên kom dike avîze, cihê findan û lavên xemlê çê dike. Afîfe diyar dike ku tu tiştên dijberê xwezayê bi kar nayne û wiha got: “Kevir ne tenê kevir in. Wek mirovan xwedî reng û suretan e.”
 
Afîfe Mîntaş a ev demek dirêj e di karên cuda de dixebite ev salek e bi kevirên ji cihên cuda kom dike, alavên xemlê çê dike. Afîfe diyar dike ku ji zarokatiya xwe de kevir eleqeya wê dikşînin û di alavên çê dike de jî tu alavek dijberê xwezayê bi kar nayne.
 
Ji zarokatiya xwe de keviran kom dike
 
Afîfeyê daxuyakirin ku ji zarokatiya xwe keviran ji erdê kom dike û wiha pê de çû: “Berê min ji gund kom dikir. Ez diçim Sasonê û ji gundên wir keviran niha kom dikim. Piranî ez kevirên dora golê kom dikim. Kevirên dora golê xwişiktir in.”
 
‘Kevir aramiyê didin min’
 
Afîfe ji biçûkatiya xwe de ji keviran hez dike û wiha dibêje: “Li gorî min kevir jî zindî ne. Dema biçûk bûm em diçûn golê. Di vegerê de min kevir didîtin. Kevirên di bin rojê de ez xemgîn dikirim. Min digot di bin germê  de dihelin. Min ên xweş digirtin. Dayika min digot tu çima wisa dikî, dixeyîdî. Kevir ne tenê kevir in. Çawa ku mirov cuda ne kevir jî wisa ne. Ji hev cuda ne û rengên wan cuda ne. Her wiha her kevirek jî wateya wê cuda ye.”
 
Afîfeyê veguhestinê difikire û tu car alavên amade bi kar nayne û got ew tu tiştê ku zirarê dide xwezayê bi kar nayne. Afîfeyê got elektîrîka avîzeyên çê dike jî ew çê dike û  got kesên bikirin tenê dibin malê li pirîzê dixin.