Li Şêrewayê pêşengeha kevneşopiyê hat lidarxistin

  • 09:59 3 Tebax 2018
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê ve hatiye organîzekirin pêşengeheke alavên kevin li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi amadebûna sedan kesî hate vekirin.
 
Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê ve hatiye organîzekirin pêşengeheke alavên kevin li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi amadebûna sedan kesî hate vekirin. Di pêşengehê de hemû tiştên kevneşopî, cilên dîrokî û wêneyên kesayetên kevnar hatin pêşkêşkirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Çand û Huner ya navçeyê Şêrewa Henan Osman axivî û got:"Çand û huner nasnemeya gelan e. Em ê ji bo nasnameya xwe her têbikoşin."
 
Paşê ji aliyê kulîlkên kurdistanê ve  Nisrîn Kil Dedu, Fîdan Hebeşo û netewan Silêman helbest hatin xwendin. Piştre koma Şehîd Baran Dîtran ya stranan stran pêşkêş kirin.
 
Paşê Koma Şehîd Ciwan ya govendê govendên kevneşopî pêşkêş kirin.
 
Pêşengeh bi gerandina govendê bi dawî bû.