Jinên Dêrsîmê: Em bi zîhniyetek ji mîhrîcanê ditirse re rû bi rû ne

  • 09:17 31 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
DÊRSÎM - Jinên her sal di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de patîle çê dikin û difroşin, bi gotinên wekî ‘Yên ji mîhrîcanê ditirsin bila êdî dest ji vê zîhniyetê berdin. Mîhrîcana Dêrsîmê bi qedexeyan nikare bê astengkirin’ bertek nîşan dan.
 
Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku her sal pêk tê, ji aliyê Waliyê Dêrsîmê ve hatibû qedexekirin. Jinên di mîhrîcanê de patîle çê dikirin û difrotin bertek nîşanî Walî dan û diyar kirin ku ji ber qedexeyê firotin jî nabe û banga ‘dest ji zîhniyeta qedexeker berdin’ kirin.
 
‘Bila bi keda me nelîzin’
 
Fatma Akyuz destnîşan kir ku qedexeyê bandorek neyînî li ser firotinan kiriye û wiha pê de çû: “Me ji bo mîhrîcanê pir amadekarî kir. Yên mîhrîcan qedexe kirine bila bi keda me nelîzin. Yên bi keda gel dilîzin ji xwedê natirsin.”
 
‘Em seranserê havînê li vir in’
 
Saîme Aydin jî daxuyakirin tevî qedexeyan mîhrîcan pêk anîne û wiha got: “Em bi ked, bawerî û çanda xwe hebûn. Em ê her tim jî wisa hebin. Em jinên Dêrsîmê vê qedexeyê nas nakin. Em seranserê havînê li vir in.”
 
Bîrgul Agdogan jî bang kir ku divê her kes xwedî li nirxên xwe derkevin û got armanca mîhrîcana wan xwedîderketina li xweza û çandê ye.