Koma Dengê Jinên Azad: Jin ji dîrokê û heta niha xwedî li çandê derdikevin

  • 09:05 30 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Endamên Koma Dengê Jinên Azad ji qameraya me re axivîn û basa ku di qada çand û hûnerê de cihê jinê çi ye kirin. Endamên Koma Dengê Jinên Azad anîn ziman ku çand û hûner bi destê jinê hatiye avakirin û gotin ku ger çand û hûner tune be jin jî tune ne.
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê tirmehê Rewşa Awarte hat îlankirin. Piştî ku rewşa awarte hat îlankirin qayûm tayînî şaredariyê DBP'ê hatin kirin. Bi tayinkirina qayiman  re gelek sazî û dezgehên ku ji çanda kurd re xizmet dikirin hatin girtin.  Ji ber ku qadên çand û hûnerê hatin girtin gelek hûnermend betal man. Endamên Koma Dengê Jinên Azad rola jinê di qada çand û hunerê de ji kameraya me re vegotin û diyar kirin ku jin ji dîrokê û heta niha afrînerên hunerê ne.
 
‘Jin afrînera çand û hunerê ne’
 
Hûnermenda Koma Dengên Jinên Azad Sema Ozel Asî, anî ziman ku çand û hûner  tim bi heve  girêdayî ne û got ku mirov nikare çand û hûnerê ji hev veqetîne. Sema, diyar kir ku çand û hûner ji bo jinan gelek girîng e û wiha got: “Çand û hûnerê bandoreke mezin li ser jinê kiriye. Ji ber ku hûner jin e. Ji ber kuner estetîk e xwezaya wê jin e. Dema jinek dibe dayik ji zarokên xwe re lorikan dilorîne, stranan dibêje. Bi vî awayî çand û hûner pêş dikeve. Her wiha hûner di xwezaya jinê de pêş dikeve. Çand û hûner bi xwe ava nebûye. Hûner tim di nava jiyana jinê de hatiye avakirin. Dema ku em dibêjin çand ev jî di nava jiyana jinê de heye. Ji ber ku jin dema diçûn çandiniyê  û aletên ku bi kar dianîn  hemû pênaseya çandê bûn. Ger ku em dîroka çandê lêkolîn bikin. Di dema niha de dema ku em wekî jin bi hûnerê eleqeder dibin em bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Ji aliyekî ve jî dema ku jin dibêje ez ê li amûrekî muzîkê bixim , divê hemû tiştan bigire ber çavan.”
 
‘Heskiriyên hûnerê hatin’
 
Sema, di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku dema xebatên çand û hûnerê  dimeşînin bi gellek pirsgirêkan re rûbirû dimînin, lê ew têdikoşin  û ev tişt got: “Mirov dikare ji dîrokê jî minaka jinên têoşer yên wekî Eyşe Şan, Meyrem Xan mînak bide. Di dirokê de ji bo hûner hinek  bê ziman  gelek xebat hatin kirin û di dema van xebatan de jî pirsgirêk hatin jiyîn. Pergala baviksalar  îro hatiye avakirin. Jin ji bo vê pergalê bişkîne bi hûner û çanda xwe têdikoşe. Dema ku me amûra xwe dida destê xwe û diketin nava civakê ji me re digotin heskiriyên hûnerê hatin. Jin di bingeha hûner û çandê de dixwazin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Jin bi hûnerê dixwaze bibêje ku ez li vir im û ez jinek im. Jin estetîk e. Lewra jî di çand û hûnerê de cih û şopa jinê hîn heye û winda nebûye. Em ê nehêlin ku winda bibe.  Em îro bi çanda xwe hene. Dema ku mirov xwedî çanda xwe dernekeve mirov asîmîle dibe. Banga min ji jin û ciwanan re ew e ku xwedî çanda xwe derkevin.”
 
‘Rihê jinê bi stranan derdikeve holê’
 
Hûnermenda Koma Dengê Jinên Azad Kudret Uçuk jî  da zanîn ku dema jin hûnerê ava dike bi hêstên xwe çêdike û wiha pêl da axaftina xwe: “Jin di çandê de azadî û cuda bûna xwe dibîne. Hûner tiştekî gelek mezin e. Çand û hûner ji gellek beşan pêk tê. Jin dema stranan dibêjin xwe azad hîs dikin û dibînin ku hûner û çand tiştekî çawa mezin e. Rihê jinê bi stranan derdikeve holê. Ji ber ku jin dema stranan dibêjin êş, kêfxweşî û hebûna xwe tînin ziman. Nêzîkî 3-4 sal in li dijî çanda kurd  êrîşên gelek dijwar tên kirin. Ji ber van êrîşan gelek saziyên me yên çandê hatin girtin û ji ber vê jî xebatên me ne wek berê dimeşin. Lê li aliyekî jî divê em zû dev ji têkoşînê bernedin û heta dawiyê xwedî çanda xwe  derkevin. Divê em li dijî van êrîşan û astengiyan bi hêztir bibin û xebatên xwe li kolan, tax, park û malan berdewam  bikin.”
 
‘Em ê çand û hûnerê di pêşerojê de diyariyî zarokan bikin’
 
Kudret, bi lêv kir ku çand û hûner tim girêdayî jinê ye û ev tişt got: “Jin di hêla jiyanê, xebatê de di pergala baviksalar de, pirgirsgirêkan dijî. Ji ber vê divê em li hember van tiştan serî rakin û jî hêla hûnerê de xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku ji destê me tê divê em xebat û afirandinên xwe xûrtir bikin. Dema ku em di warê afrîneriyê de bi hêz bin  em ê zextên ku li dijî me tên kirin têk bibin. Ji bo van hemûyan jî xebat pêwîst e. Destpêka çand û hûnerê jin in. Jin ji bo xwe bînin ziman  çand ji bo wan girînge. Jinan ji destpêka dîrokê heta roja îro dev ji hûnerê bernedane û têkoşîna xwe tim berdewam kirine. Em bawer dikin ku têkoşîna jinê wê îro jî berdewam bike. Em ê çand û hûnerê di pêşerojê de diyariyî zarokan bikin.”
 
‘Jinên ciwan divê  ji civakê re bibin mînak’
 
Kudrret, bi bîr xist ku ew di 2006’an de tevlî xebatên çand û hûnerê  bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji zaroktiya xwe de vî karî dikin û îro hîn jî dikin. Wekî Koma  Dengê Jinên Azad jî ji 2006’an de heta roja îro me dest bi karê hûnerê kir. Her çiqas êrîş li dijî me hatin kirin jî me dest ji kar û xebata xwe berneda. Çi dibe bila bibe em ê dest ji hûnerê bernadin. Demên berê di hêla hunerê de xebatên me xurtir bûn. Du salên dawiyê de ji ber saziyên me hatin girtin em hinek belav bûn. Lê em îro carekedin tên gel hev û xebatên xwe berdewam dikin. Niha hîn kêmasiyên me hene, lê em ê hemû kêmasiyan çareser bikin. Bila hemû kes xwedî li çandê derkevin û dev ji hûnerê bernedin. Çand û huner  hebûn û pêşeroja me ye.  Bi taybetî jî jinên ciwan divê xwedî hûnerê derkevin û ji civakê re bibin mînak.”