Walîtiya Dêrsimê mîhrîcan qedexe kir

  • 13:58 25 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
DERSIM -  Walîtiya Dersimê bi îdiaya “Ji rêxistinê re dê kes û fînansê temîn bike” 18’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê qedexe kir. 
 
Federasyona Komemeleyên Dersimê (DEDEF) dê di navbera 26-29’ê tîrmehê de 18’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê li dar bixista. DEDEF’ê ji bo destûra mîhrîcanê serî li Walîtiya Dersimê dabû. Walîtiyê bersiva neyînî da serlêdanê û bi îdiaya “Ji rêxistinê re dê kes û fînansê temîn bike” mîhrîcan qedexe kir. 
 
Serokê Komîteya Amedakar a Mîhrîcane Alî Haydar Ben berteka tund nîşanî biryara qedexekirinê ya walîtiyê da û dê têkildarî mijarê saet di 18.00’an de li Qada Seyîd Riza daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Ben anî ziman ku her çiqas mîhrîcan bê qedexekirin jî dê navendên pîroz ziyaret bikin û dê armanca mîhrîcanê bicih bînin.