Evîndara çanda kurdewar û xwezayê: Edlê Hisên

  • 09:02 23 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên kurd ku heta roja îro parastina çanda kincên gelêrî yên çanda kurdî dikin îro jî bi modelên nûh bejna xwe dixemilînin. Edlê Hisên a ku parastvana çanda kevnar a kurd e dibêje ku çandeke me ya kevnar a komunal heye. 
 
Çawa ku di her qada jiyanê de bi bedewbûn û rûkeniya xwe jin jiyanê dixemilîne îro jî  mîna Stêrkên li esmanan dibiriqin. Bi eşq û evîndariyekê mezin û bi wate çanda xwe hembêz dikin. Ji van jinên ku çanda xwe diparêzin yek jê jî Edlê Hisên e ku parastina çanda kincên neteweyî û girêdana jinê bi axê re dike ye.  
 
Di hemû welatên cîhanê de her netewek bi çanda xwe tê nasîn, gelê kurd jî xwedî kevneşopiyekê dewlemend e ku bi çand û dîroka xwe heye. Me jî weke ajansa jinê JIN NEWS ê di warê parastina çandê de me mîkrofona xwe dirêjî dayika edlê ya ku bi keda xwe parastina çanda kincên neteweyî yên kurdî dike kir. Dayîka Edlê Hisên (63) dayîka 7 zarokan e  Edlê ya ku hemû zarokên wê jê cihê dijînbi tena xwe li malê dijî. Eldê ango evîndara çanda kurdî bi rûkenî û bedewbûna xwe jiyanê tevahî dixemilîne.
 
Jinên  Kurd bi parastina çanda xwe tên nasîn'
 
Edlê, derbarê girîngiya parastina Çanda Kurd û kincên gelerî ku parçeyek ji wê çandê ne de wiha dibêje:"Ez jî wekî jinekê kurd bi kurdbûna xwe serbilind im. Divê ku çanda kurdî  ya ku bi salan e hatiye pêşxistin neyê windakirin. Her netewek bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi zimanê xwe  tên nasîn. Kurd jî bi zimanê kurdî yê dayîkê û kincên xwe yên neteweyî tên nasîn. Jinên kurd bi deng, reng û bedewbûna xwe  rengê xwe didin derdora xwe."
 
'rihê jinên efrîner û pêşxistina çanda kurdî hebû'
 
Edlê dema ku kincên xwe yên gelerî li xwe dike hestên xwe wiha parve dike:"Dema ez bi kincên xwe yên neteweyî derdikevim, ez xwe  serbilind hîs dikim. Rihê çanda xwe hîs dikim, di serdema berê  de rihê komunaltiyê di gundewarên me de hebû. Kesên civakê bi hev re dibûn alîkar. Rihê jinên afrîner û pêşxistina çanda kurdî hebû."
 
Dayika Edlê evîndara çand û xwezayê ye
 
Edlê, ne bi tenê parastina çanda kurdî dike, evîndara xwezayê ye jî."Ez pir bi xwezayê ve girêdayî me. Min darên tirî,hêjîr, hinar, zeytûn û hin cûreyên gulan  di bexçêyê mala xwe de çandiniye. Her serê sibê ez av didim ji bo ku bijîn. Ji ber ku ew jî zindî ne û giyanê wan heye. Xweza rengekî xweş dide mala min. Her danê ber bi êvarê ve ez û cîranên xwe li bin siya daran rudinîn."
 
Çanda çandin û geşkirina xwezayê divê were pêşxistin
 
Edlê, çanda çandiniya daran û geşkirina xwezayê wekî pêwîstiyekê dibîne  û wiha pêl dide axaftina xwe:"Her çiqasî ku mirov daran, gulan biçîne dê ewqasî jî baş be. Di heman demê de rengekî xweş dide ku bêhna mirovan lê vebe. Divê ku çanda çandinî û geşkirina xwezayê li gundan, bajaran û kolanan pêş bikeve."
 
Hêjayî gotinê ku Edlê pez,meşên hingiv û mirîşkan jî xwedî dike û di heman demê de jî bi xwezayê re dibe yek."