‘Em pirtûkan bixwînin, xwedî li çanda xwe derkevin’

  • 09:11 16 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
AMED - Xebatkara Mala Pirtûkan a bi navê Lîlavê, Rabîa Karayîl diyar kir ji bo pirtûkan ji girtiyan re bişînin sala borî kampanyaya ‘Askida Kîtap’ dane destpêkirin û eleqeya ji bo kampanyayê kêm bûye û got: “Li girtîgehan hewcedariya bi pirtûkan hîna heye. Em girtiyan bê pirtûk nehêlin.”
 
Mala Pirtûkan a bi navê Lîlavê ya li Amedê ye, bi armanca piştevaniya bi girtiyan re salek berê kampanyaya ‘Askida Kîtap’ da destpêkirin û ji bo kampanyayê banga hestiyariyê kir. Ji bo eleqeya ji bo kampanyayê bê zêdekirin heta ji sedî 50 bûhayê pirtûkan tê kêmkirin. Xebatkara Lîlavê Rabî Karayil  bang kir ku pirtûkekê ji bo xwe pirtûkekê ji bo girtîgehê bigirin.
 
Hewcedarî hîna heye
 
Rabîayê daxuyakirin ku ewil rastî eleqeyek mezin hatine û piştî mehên havînê hatine eleqe kêm bûye û wiha got: “Hewcedariya girtiyan a pirtûkan jî didome. Em ê kampanyaya xwe bidomînin. Em girtiyan bêyî pirtûk nehêlin. Girtî pirsgirêkên aborî dikşînin. Hinek weşanxane piştgiriya pirtûkan bidin girtiyan jî bi giştî piştgiriyek tuneye. Bi taybet di demên dawî de  di nameyên girtiyan de daxwaza pirtûkan tê kirin.”
 
‘Em pirtûkan bixwînin, xwedî li çanda xwe derkevin’
 
Rabîayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo siberojê divê her kes pirtûkan bixwînin û xwedî li çanda xwe derkevin û  bang li hemû weşanxaneya kir ku bi wan re têkiliyê dînin.