'Ma çi bûye em keniyane'

  • 09:11 14 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Pirtûka bi navê ‘Ma çi bûye em keniyane’ ya Burcu Karataş nivîsiye û nivîskar Evrîm Alataş vedibejê gihaşt ber destên xwendevanan. Burcu diyar dike ku ji bo nifşê ciwan zêdetir Evrîmê bixwîne û bizanibe  Evrîm nivîsiye û got di nav de heveşaredara bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî heye cih dide şahidiya gelek kesî.
 
Evrîm Alataş ku di salên  1990’î de di rojnameya Ozgur Gundemê de nûçegîhanî kiriye, nêrîna wê ya li hember jiyanê, girêdayîna wê ya bi nûçeyan ve û vegotina wê ya azadiyê îro dîsa ronahiyê dide civakê. Rojnameger Burcu Karataş derbarê  Evrîmê de pirtûka bi navê ‘Ma çi bûye em kenyane- Evrîm Alataş’ nivîsî.
 
Pirtûk ji weşanên Ayîzî hat weşandin û şahidiya herî balkêş a di pirtûkê de jî nameya ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak şandiye. 
 
Wek Evrîmê…
 
Burcuyê pêvajoya nivîsandina pirtûkê vegot û diyar kir ku wan ferq kiriye ku dixwazin derbarê Evrîmê de tiştekî binivîsin û fikra pirtûkê wisa derketiye holê.  Burcuyê daxuyakirin ku ewil fikarên wê hebûye û dema bi kesên ku Evrîm nas dikirin re axiviye rehet bûye û pirtûk derketiye holê.
 
Burcuyê destnîşan kir ku ji sala borî meha îlonê de dest bi xebatên pirtûkê kiriye û her kesî piştgirî daye wê û bi vî awayî pirtûk amade kiriye.
 
Burcuyê ev tişt anî ziman: “Min Evrîm nas nekir lê ez wê ji nivîs û pirtûkên wê nas dikim. Evrîm jinek xurt e. Bi qasî ku xurt e narîne jî.”
 
Evrîm Alataş kî ye?
 
Evrîm di 1976’an de li navçeya Akçadag a Meletiyê li gundê Gopinar zaroka malbatek Kurd Elewî hat dinê. Di 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kir û di Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de xebitî.
 
Di Evrensel, Bîrgun, Ozgur Polîtîka, Kovara Esmer û herî dawî jî di Tarafê de nivîsî. Nivîsên wê di Bîrîkîm, Amargî û Tîroj de  û rojnameya Radîkal 2 de hat weşandin.
 
Niviskara pirtûkên ‘Çîrokên Mayoz Bolunme’ ya di 2003’an de di weşanên Aramê de hatiye weşandinê ye jî . Pirtûka wê ya bi navê ‘Her Dagin Golgesine Denîz Duşer’ jî di 2009’an de di Weşanên Îletîşîm de hat weşandin.