Kareyê ku xeyalan dîl nagire li Îzmîrê ye

  • 09:09 6 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Pêşangeha wêneyan a bi navê ‘xeyal nikare dîl bê girtin’ ku di navbera derve û hundir de dibe pir, banga empatiyê li ziyaretvanan dike.
 
Pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Ji hundir berbi derve- Xeyal nikare dîl bê girtin’ ya ji aliyê Koma Redfotograd û Ekîba Gorulmuştur ve hatiye amadekirin, li Navenda Hunerê ya Îzmîrê hat vekirin. Ji koordînatorên organîzasyonê û  ji ekîba Redfotograf Sultan Guner û ji rêveberiya Komeleya Amatorên Sînema û Wêneyan a Stenbolê (ÎFSAK) ayten Unal diyar kirin ku pêşangeha wê heta 8’ê Tîrmehê bidome, di navbera girtî û kesên derve de pirê ava dike.
 
Sultan Guner diyar kir ku wan dîmenên ji nav jiyanê û yên ku desthilatdarî nabîne kişandine. Sultanê got Ekîba Gorulmuştur bi piştgiriya wêneyên Red ewil bi 55 wêne û 55 girtî re bi navê ‘ji hundir ber bi derve, ji derve berbi hundir ve pira wêneyan’ pêk anî.
 
Sultanê daxuyakirin ku girtî gelek tiştên ku kes nabînin dibînin û vedibêje û  got dema dest bi projeyê kirine wêne şandine girtîgehan û bi tasvîrkirina wêneyan dest bi xebatê kirine û got pêkanîna xeyalan ne bê derfet e.
 
Zextên li girtîgehan nayên vegotin
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de got piştî projeya yekem şûnde bi kesên xwestine tevlî projeyê bibin hejmar derketiye 66’an û piştî OHAL’ê û 15’ê Tîrmehê şûnde gelek wênekêş ji ber atmosfera tirsê ji projeyê veqetyane. Sultanê her wiha balkişand ser zextên li girtîgehan û got ew tiştên dişînin nagihêjin ber destê girtiyan û tiştên ji wan tên jî nagihêjin destê wan.
 
Ayten Unal ku ew jî yek parêzerên li Çaglayan a Stenbolê nobeta edeletê digireye, yek ji hunermenda wêneyan a projeya duyemîn e û fîgurên Mustafa Agçakaya yê rastî cezayê muebetê hatiye derbasî wêneyan kir. Aytenê got ji bo vê kareya wêneyê bidest bixe çûye Fasê.
 
Pêşangeh heta 8’ê Tîrmehê vekiriye. Aytenê got kesên tên serdana pêşangehê bila fikrên xwe teqez binivîsin.