'Jin parêstvana çand û dîrokê ye'

  • 09:03 3 Tîrmeh 2018
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên kurd çanda xwe ji windabûnê diparêzin. Ji wan jinên ku  çanda xwe diparêzin yek jê jî j Nahîde Daban e ku heta niha destar bi kar tîne. Nahîde  wiha dibêje "Di tevahiya dîrokê de yên ku herî zêde çanda xwe parastin û lê xwedî derketine jin in û divê ku ji îro û pêde jî vê çanda xwe biparêzin." 
 
Wekî li her derê li Rojavayê Kurdistanê ji dîrokê û heta niha  jin parastina alavên dîrokî yên wekî Destar dikin ku destar çanda herî kevnar a ku jinan heta roja îro parastiye.  Her çiqas alavên pêşketî jî derketibin lê jin her dem bi armanca ku vê çanda xwe biparêzin,  nîsk,genim û hwd. ku pêdiviya wan pê hebe bi destar dihêrin. 
 
Nehîde Daban a 45 salî ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye û li bajarê Tiltemrê yê herêma Cizrîê dijî heya vê kêliyê jî Destar bikartîne  û sedema bi karanîna xwe wiha vedibêje:" Jin xwedî li çanda jinên afrîner ên dîroka kevnar derdikevin û ev çand heta  roja îro anîne. Jinên kurd heta asta dawiyê li çanda xwe xwedî derketine û destar jî çandeke wan e."
 
'Ez naxwazim ku ev çand ji holê bê rakirin'
 
Nehîde armanca xwe ya bikaranîna destar wiha vedibêje:" Destar xwezayî ye û  tişta ku tu pê bihêrî xwezaîbûna  xwe winda nake. Niha dema hêrandina nîsk û genim e ez nîskên xwe bi destar dihêrim.  Ji ber ku tameke cûdatir dide mirovan û heta roja îro bi ked û parastina dayikên me hata roja îro hatiye. Ez naxwazim ku ev çand ji holê bê rakirin."
 
Nehîde ya ku çanda gelê kurd a resen ji wêndabûnê diparêze wiha pêde çû:" Di her demsalê de ez destar bi kar tînin bi armanca ku ez vê çanda gelê kurd ji windabûnê biparêzim. Çiqas ku çand were parastin ewqasî jî dîrok tê mayîndekirin."
 
Çana kevnar komînal e
 
Nahîde bang li hemû jinan kir ku li çanda xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axafitina xwe anî:"Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin û bi  taybet jî li çanda jinên afrîner ku hat roja îro ji berhemên wan sûdê digrin. Di çanda jinên afrîner de jiyaneke komînal jî heye.  Dema ku jin ji bo karê hêranê li dora destar û her wekîdin amûrên dîrokî kom dibin çanda stranbêjiyê jî li wê derdikeve holê. Jinên ku li dora destar kom dibin li gorî ahenga dengê destar ku derdixe stranan jî dibêjin û çanda stranbêjiyê pêşve dibin. "