Li Enqereyê 'Mîhrîcana Keda Jinê' hat destpêkirin

  • 13:57 29 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
ENQERE - 'Mîhrîcana Keda Jinê' kî vê salê cara duyemîn tê lidarxistin û wê sê rojan berdewam bike hat destpêkirin.
 
'Mîhrîcana Keda Jinê' ku ji aliyê Şaredariya Çankayayê ve ji bo ku keda jinê bê dîtin cara duyemîn tê lidarxisitn hat destpêkirin. Mîhrîcan wê di navbera 29'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de bê lidarxisitn. 200 jinên ku di çarçoveya mîhrîcanê de li Parka Ataturk ya li Ahlatlibelê li standan cihê xwe girin wê berhemên xwe yên ku bi keda destê xwe hilberandine pêşkêş bikin.