Mîhrîcana Jinên Kurd a Zîlanê diyarî Campbellê hat kirin

  • 09:29 29 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinên Kurd a Zîlanê ew ê îsal di 6-7’ê Tîrmehê de li Londonê were lidarxistin.
 
Mîhrîcana Jinên Kurd a Zîlanê ya 15’emîn ew ê îsal di 6-7’ê Tîrmehê de li Londonê were lidarxistin. Festîval ew ê bi şîara ‘Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinan e’ were lidarxistin. Festîvala îsal diyarî şervana enternasyonalîst Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) hate kirin, a ku di dema parastina Efrînê de şehîd bûbû.
 
Meclîsa Jinan a Roj ya ku Mîhrîcanê organîze dikin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin: “Di şexsê rêheval Zîlan û Hêlînê de em hemû şehîdên şoreşger ên têkoşîna azadiyê bi hurmet bi bîr tînin.”
 
Bername
 
Di Mîhrîcanê de ew ê wekî her sal, îsal jî gelek çalakî hebin. Di Mîhrîcanê de ew ê panel, konser, nîşandana cilên neteweyî, nîşandana sînevîzyonê û govend hebe. Di heman demê de ew ê standên xwarin û cil û bergan jî hebe.
 
Di 6’ê Tîrmehê de ew ê li ser ‘Berxwedana Jinan a li Efrînê û Hevgirtina Enternasyonal’ panelek were lidarxistin. Fînala Mîhrîcanê jî di 7’ê Tîrmehê de ew ê bi konsera Nadîe Vîsser, Sûna Alan, Sevîm Aslan pêk were. Bavê Annayê Dîrk û birayê wê Adam Campbell jî ew ê tevlî bibin.
 
Jinên Kurd ên li Brîtanyayê dijîn wekî her sal, îsal jî rêxistinbûna xwe geştir dikin û bi wî awayî xwe ji festîvalê re amade dikin.