Ciwanên niha ji bo bibin hûnermendên pêşerojê dixebitin

  • 09:06 14 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Ciwanê bi navê Eda Nur Duruş (15) û Mehmet Duruş(17)  ku eleqeya wan bi mûzîkê heye, ji bo ku fêr bibin êvaran li kolana ber deriyê mala xwe dixebitin. Eda Nur Duruş stranan dibêje û Mehmet Duruş jî li tembûrê dide. Em dikarin bibêjin ku ciwanên niha ji bo bibin hûnermendên pêşerojê dixebitin.
 
Êvare û em di kolanên Rêzanê ya Amedê re  dimeşin. Li kolana ku em tê de dimeşin  em  rastî du ciwanên ku yek stranê dibêje û yek jî li tembûrê dide hatin. Me xwe nêzî wan kir û me li navê wan pirsî yek jê Eda Nur Duru(15) stranê dibêje û  Mehmut Duruş(17) jî li Tembûrê dide. Di nava axaftinê de em hîn dibin ku dotmam û pismamên. Dema ku mirov li hêza van ciwanan dinêre mirov dibîne ku ji bo bibin hûnermendên pêşerojê hewldaneke wan heye.
 
Eda Nur Duruş (15) ji ber zehmetiyên jiyanê dev ji xwendinê berdaye. Eda ji zaroktiya xwe de eleqeya wê bi mûzîk û staranê hebûye û xwestiye ew jî rojekê bibe hûnermend. Eda ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne bi kurapê xwe re ketiye tevgerê û ji me re wiha got: “Eleqeya min a li gel muzîkê ji 11 saliya min de dest pê kiriye. Ev eleqe jî dema min televîzyon temaşe dikir derket holê. Ji ber ku hunermendên staran digorin gelek bala min dikişandin û kêfa min ji wan re dihat. Ez niha jî ji bo xeyalên xwe dest bi rêwîtiyekê dikim. Ji ber ku min ji xwe re got ku dema ez jî mezin bûm ez ê jî bibim hûnermend û stranan bêjim. Ez  niha hewl didim ku fêr bibim û bi taybetî jî dixwazim ku bi kurdî biêjim." 
 
‘Em ê bibin mûzîsyenên pêşerojê’
 
Edaya  xeyalê wê yen bibe hûnermendeke kurd tu perwerdeyek li ser muzîkê nedîtiye û li ser înternetê notayên muzîkê lêkolîn dike û bi vî awayî hînî stranbêjiyê û mûzîkê dibe.  Eda wiha basa xwe dike: “Dengê min xweş e, lewra jî ez dixwazim her cure stran bêjim. Ez dixwazim di konserwatuarekê de bixwînim û dixwazim di demên pêş de bibim hûnermendeke baş. Lewra jî ez niha bi tenê mûzîkê eleqeder dibim. Ez niha bi tenê stran dibêjim, kurapê min jî li tembûrê dide. Ez û dixwazim ku em bi hev re bibin komeke mûzîkê ya herî qenc û em xizmeta çanda xwe bikin.”
 
‘Ez dema stran dibêjim xwe  azad dibînim’
 
Eda di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi taybetî êvarê dixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi taybetî êvarê dixebitin. Ji ber ku ez bi roj dixebitim û kurapê min jî dixebite. Ji ber wê jî em êvarê dixebitin.  Her ku çiqas ji destê min bê ez ê zû fêrî mûzîkê bibim. Hêvîdar im di demên pêş de bibim hûnermendeke baş.”
 
 ‘Mûzîk parçeyek jiyana min e’
 
Ciwanê bi navê Mehmet Duruş (17)  ku li sazê dide jî bi roj dixebite û bişev bi muzîkê elwqedar dibe û li sazê dide: “Ez hîn baş nizanim li tembûrê bidim. Ji ber ku min heta niha qet perwerdehî nedîtiye ez bi hewldana xwe hîn dibim. Dixwazim di pêşerojê de bibim sazbendekî baş.”