'Zarokên Mexmûrê bi coşek mezin amadekariya mîhrîcanê dikin'

  • 09:10 7 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
Hîlal Rizgar
 
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê NÇHM'ê ve yekemîn car di roja 1-3'ê Tirmeh'ê de ji bo zarokan wê mîhrîcan were lidarxistin.
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) ve cara yekemîn ji 1'ê Tîrmehê heta 3'ê Tirmeh'ê ji bo zarokên penaber wê mîhrîcan were lidarxistin. Ji bo amedekariyên mîhrîcanê bê navber zarokên wargehê bi kelacanek pir mezin xwe ji bo mîhrîcanê amede dikin. Beşên di mîhrîcanê de cih digirin wekî; muzîk, foklor, şanoyê ne. Wê ji her aliyê Kurdistanê ve zarok tevlî mîhrîcanê bibin.
 
'Bila zarok jiyanê bi her rengî nas bikin'
 
Mamosteya bi navê Sidar Yeman a perwerdeya muzîkê dide zarokan di derbarê kar û xebatên didin meşandin de wiha got: "Armanca me ya lidarxistina vê mihrîcanê ew e ku em ji her aliyê Kurdistanê ve zarokên Kurd bînin gel hev û jiyanê bi her rengî nas bikin. Dîsa em dixwazin ku berhemên zarokên Mexmûrê yên penaber, ji aliyê zarokên din ve jî bê dîtin û zarok ji hev feyzê bigirin. " 
 
'Zarokên penaber ên afirîner'
 
Sîdarê di berdewamiya axaftina xwede bal kişand ser delalî û zîrekiya zarokan û wiha pê de çû: " Tevî zor û zehmetiyên ku penaber dibînin jî dîsa zarok xwedî taybetmendiyek hunerî û afirîner in. Ji bo dîtina berhemên zarokên penaber em hêvî dikin ku zarokên ji her parçeyên Kurdistanê tevlî mîhrîcanê bibin. Ji bo vê mîhrîcanê jî zarok bi kelecanî û coşek mezin tevlî xebatên amadekariyê dibin."
 
Her wiha mamoste Medya Yeman jî anî ziman ku zarok siberoj e divê mirov li siberoja xwe xwedî derkevin û bang li hemû welatiyên li Kurdistanê dijîn kir ku bi awayekî xurt tevlî mîhrîcana zarokan bibin. Medyayê bi taybet bang li zarokên bajarên Başûrê Kurdistanê yên Hewlêr, Kerkuk, Şengal û Silêmanî dîsa tevahî zarokên Rojavayê Kurdistan kir kû tevlî mîhrîcanê bibin.