‘Çav û gûhê jinan li HDP’ê ye’

  • 09:02 6 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku HDP çav û gûhê jina ye û berxwedanên Flormar û Avonê jî silav kir. Semrayê her wiha banga tevlîbûna vekirina buroya jinan a li Îzmîrê kir.
 
Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Semra Uzunok banga tevlîbûnê li hemû jinan kir ku tevlî vekirina buroya jinê ya sibê li Konakê tê vekirin kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî wê tevlî vekirinê bibe û wê berxwedanên Flormar û Avonê bên silavkirin.
 
‘Li Îzmîrê çav û guhê jinan li HDP'ê ye’
 
Semrayê da zanîn ku çawa xebatên hilbijartinê hatine destpêkirin wan bi taybet gotiye HDP partiya jina ye û wiha pê de çû: “Çav û gûhê jinan li HDP’ê ye. Em bi armaca têkoşîna jinan bidin nîşandan bernameyên cuda pêk tînin. Em kolan bi kolan, tax bi tax digerin û jinan vexwendiyê vekirina buroyan dikin. Jin li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên 16 sale li hember jinan pêk tînin derdikevin. Em jinên Îzmîrê her tim li dijî hikûmetê li qada bûn.”
 
'Piştgiriya hemû jinan ji bo me girîng e'
 
Semrayê daxuyakirin ku wê sibê hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî tevlî vekirina buroya jinê bibe û bang li hemû jinan kir ku jin gotina xwe geş bike û tevlî vekirina buroyê bibin.
 
Ji bo berxwedana Avon û Flormarê piştgirî
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedana karkerên Avon û Flormarê û got ew wek jinên HDP’ê piştgiriyê didin berxwedana wan û wê piştgiriya xwe jî li Konakê carek din biqîrin.