14'emîn Mîhrîcana Jinê ya Zîlanê wê îsal li Dortmundê pêk were

  • 10:36 5 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 14'emîn Festîvala Jinê ya Zîlanê, îsal bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê li bajarê Dortmundê pêk were.
 
Festîvala Jinê ya Zîlanê ku her sal tê lidarxistin, îsal cara 14'an pêk tê. Festîval wê di 23'ê Hezîranê de li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin. Mîhrîcana ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ve tê organîzekirin, bi dirûşma "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" wê were lidarxistin.
 
Komîteya amadekar li ser festîvalê li hev civiya. Yek ji mijarên sereke yên festîvala îsal wê xwedîderketina li berxwedana serdemê ya li Efrînê û geşkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker be.
 
Li Mîhrîcana 14'an a Zîlanê ku jinên ji nasname, bawerî û zimanên Kurdan lê bicivin, wê nûnerên TJK-E, Kongreya Star, rêxistinên jinan ên femînîst, nûnera Die Linke ya NRW û nûnerên yekîtiya Antifa VVN peyaman bidin. Jinên beşdar wê di panelan de pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê di çarçoveya Jineolojiyê de binirxînin.
 
Ji bo zarokan jî amadekarî hatiye kirin. Bi vê armancê li parka zarokan a li festîvalê wê lîstikên cuda hebin.
 
Bernameya çand û hunerê ya mîhrîcanê têra xwe heye. Koma Dengê Xwezayê, Jala, Sena Dersîmî, Sulbus û Tarî, Koma Jinên TEV-ÇAND'ê, koma dansê ya jinan a Hîndîstanê, koma jinên Elman a Duo Wabohu, dengbêja Ermenî Yekşa û hunermendên surprîz wê derkevin ser dikê.
 
Ji komîteya amadekar Inovve Heine (endama CENÎ) li ser wate û girîngiya festîvalê got: "Zîlan di nava tevgera azadiyê ya jinê de her tim bûye nîşaneya berxwedan û têkoşînê. Zîlan xeta xwe ya berxwedanê û xeta berxwedana jinê ya gerdûnî gihand hev.
 
Jin û dostên Kurd îsal hê bi xurtî di festîvalê de li hev dicivin. Ji ber ku parastina şoreşa jinê parastina azadiyê ye. Em ê festîvala îsal bi vê coş û wateyê pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li jinan dikin ku 23'ê Hezîranê li Dortmundê bin."