Li Çiyayê Kizwanan Navenda Çand û Hunerê

  • 12:26 3 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Lijineya Çand û Hunerê bi armanca pêşxistina çanda şêniyên herêmê û belavkirina xebatên çand û hunerê li Çiyayê Kizwanan navenda çandê vekir.
 
Bi dehan şêniyên herêmê û şandeyek ji komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê tevli merasîma vekirina navendê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê hat destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Tevgera Çand û Huner a herêma Cizîrê Nûra El-Wega axivî û diyar kir ku ji bo xwesteka rewşenbîr û zarokên herêmê pêk were, wan navenda xwe li herêmê vekir.
 
Nûra di berdewama axaftina xwe de got ku wê navend alîkariya zarokan bike ji bo ku xwe di aliyê çandî de pêş bixin.
 
Di dawiya merasîmê de navend ji aliyê dayîka şehîd Abdulwehab Abdulezîz ve hate vekirin.