Denîz Turkalî:Desthilatdarî her tim wê zextan bike û huner jî wê riya xwe bibîne

  • 09:02 3 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Lîstikvan Denîz Turkalî diyar kir ku hunerê nikarin tu car bigirin bin zextê û wiha got: “Desthilatdarî her tim zextan dike lê huner wê riya xwe bibîne. Hem HDP’ê û hem jî Selahattîn Demîrtaş  desthilatdarî û muxalefet serobino kirine û ji ber vê dijmin hatine dîtin. Jin wê di her serdemê de hêza bavisalariyê tune bike.”
 
Hunermend Denîz Turkalî hem bi nasnameya xwe ya hunerî û hem jî bi sekna we ya jiyanê yek ji kesên girîng e.  Denîz ya ku di gelek karekterên lîstikên şanoyê de lîstiye bi albuma xwe ya ‘şehvet’ di muzîkê de jî bi îdia ye. Denîzê li ser hunerê û taritiya divê bê hilweşandin û rola li jinan tê ferzkirin axivî.
 
*Sezona şanoyê nû hat girtin, projeyên sala pêş hene?
 
Min îsal herî dawî di DOT de lîst. Piştre min konser da. Niha ji bo sezona nu ji bo du lîstikan xwe amade dikim. Lîstikek me ya din jî hebû lê ew ji ber nerehetiya derhêner hat sekinandin. Ez niha ji bo lîstikek yek kesî xwe amade dikim. Lîstik li ser stranbêj Marîanne Faîthfull e. Ev min gelek kelecanî dike. Her wiha lîsitkek din ya  ' Ekmek kirintilari'heye.  îsal wê ev lîstik jî hebe.
*Hun çawa li seatên rêzefîlman dinêrin?
 
Mijara rêzefîlman gelek tevlihev e. Karê rêzefîlm zehmet e.  Rêzefîlm derketine  240 deqeyî. Ev jî 170 deqe ye. Yanî senarîst guneh e, derhêner guneh e. Bi hewesek mezin dest bi kar dikin û piştre betal dimînin.
 
*Lîstikvan çima hewcedarî dibînin ku di rêzefîlman de bilîzin? 
 
Ji ber hewcedariya pere di rêzefîlman de dilîzin. Em hemû wisa ne. Lê min tu car negot ez ji bo pere dikim û min biçûk nedît, min ji lîstikavaniya xwe tavîz neda. Ger rolekê qebûl bikim çi dibe bila bibe ji destê min bê ez dikim.
 
*Hun hunermendek piralîne…
 
Di esasê de ez xwe wek lîstikvan nîşan didim. Nîvîsandin ji dilê min tê ez dinivîsim. Murat Çelîkkan  pirtûkek bi navê ‘Daha dans edecem’ ya min vedigotim nivîsî. Min di wir de hemû berfirehî vegotin. Bêguman nivîsandin pir xweşe. Lîstikvan jî wisa ye.
 
*Hun dikarin têkiliya xwe ya bi hunerê re vebêjin?
 
Ez xwe wek hunermend didim nasîn, ez lîstikvan im. Lê ez di nav hunerê de wek mirov cih digirim. Tevî her tiştên neyînî ger em bikaribin bikenin ev bi saya hunerê ye.
 
*Li gorî we huner dikare bikeve bin zextan?
 
Nikare zext li hunerê bê kirin. Demekê sansur dikare lê bê kirin lê zext nikare bê kirin. Ez ji zimanê mexduriyetê kêfxweş nînim. Dîroka cîhanê şahid e ku huner bi awayekî riya xwe dibîne. 
 
*Terza vê desthilatdariyê jî zexte…
 
Terza hemû desthilatdariyan zext e. Lê divê desthilatdariyê fêm bikira tişta jê re dibêjin muxalefet ne dijmin e.  Desthilatdarî ji hemû rexneyan re deriyê xwe digire.  
 
*Paradoks…
 
Hişê min berda naçe, ez vê wek bêwijdaniyek bêdawî dibînim. Ez ji bo desthilatdariyê jî vê nebûna wijdanê dibînim.  Ez mirova bajarî me. Ez naxwazim li dijî erdhêjê bêçare bimînim.  Ez naxwazim li cihekî şînahî tune ye bijîm. Ez li dijî qirêjiya behrê nikarim bêdeng bimînim. 
 
*Hun dikarin li ser rolên jin û mêran tiştekî bêjin?
 
Jin û mêr li gorî kodên civakî bi teşe dibin. Jinên dixwazin wek mêran tevbigerin jî hene. Ez mijarê ne wek jin û mêr, wek jintî û mêrtiyê dibînim. Ez jin im û her tim min hewldanên tacîzê dîtin. Çend caran hat serê min.  Hemû jin teqez rastî tacîzê hatine. Lê wê jin di her serdemê de hêza baviksalar tune bikin.