Mîhrîcana zarokan dest pê kir

  • 13:18 1 Hezîran 2018
  • Çand û Huner
AMED - 1'emîn Mihrîcana Zarokan li Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir. Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku zarokên îro hatine tevlî mihrîcanê bûne ji şer gelek bi bandorê bûne, derûniya wan xirab bûye û wiha got: “Kêfxweşiya zarokan kêfxweşiya me ye jî. Zarok pêşeroj û hebûna me ne.”   
 
Lîstikvanên Şanoya Bajêr  a Amedê ji bo zarokan îsal 1'emîn Mihrîcana Zarokan li Şanoya Bajar a Amedê li dar xistin. Piştî atolyeyên zarokan qediyan li Şanoya Bajêr a Amedê Mihrîcana Zarokan dest pê kir. Namzeta Parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek zarok tevlî vekirina mihrîcanê bûn. Di merasîma vekirina mîhrîcanê de Remziye Tosun axaftin kir.
 
Remziye, di serî de Mihrîcana Zarokan li hemû zarokan pîroz kir û got ku zarok di şert û mercên gelek xirab re derbas dibin û xwest ku ji bo zarokan tim bernameyên cuda bên çêkirin û wiha berdewam kir: “Li gelek deveran û li Kurdistanê ji ber şerê heyê mafên zarokan tê binpêkirin. Bi taybetî jî zarokên ku îro hatin tevli vê mîhrîcanê dibin zarokên di bin bandora şer de gelek mane ne. Ez jî dayik im û dizanim ku  şer çiqas bandora neyînî li zarokan dike. Ji ber şerê ku qewimî derûniya zarokan gelek xirab bûye û îro hîn jî ev şer ji ber ku li Sûrê xanî tên weşandin  bandora xwe berdewam dike. Îro pêdiviya zarokan bi çand, wêje û hûnere heye. Ev xebatên ji bo zarokan tên kirin wan gelek kêfxweş dikin. Kêfxweşiya zarokan kêfxweşiya me ye  ji ber ku zarok pêşeroj û hebûna me ne.”