Weqfa Jinên Mexmûrê navenda perwerdekirina jinan e

  • 09:01 25 Gulan 2018
  • Çand û Huner
Hêvîdar Tallî 
 
MEXMÛR - Weqfa Jinên Mexmûrê ku wekî navenda xebatên jinê tê bikaranîn,  di bin banê xwe de gelek saziyên cur bi cur yên ji bo pêşketin û perwerdekirina  jin û zarokan  dihewîne. 
 
Weqfa  Jinên Mexmûrê  ku li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî  (Mexmûr) e  di sala 2002'an de hatiye avakirin.  Di bin banê Weqfa Jinên Mexmûr de gelek saziyên perwerde û pêşketinê ji bo jin û zarokan hene.  Endama Koordînasyona Weqfa jinên Mexmûrê  Bihar Benek  derbarê kar û xebatên weqfê de nirxandin kir. Bahar diyar kir ku  girêdayî  weqfa wan 5 pêşdibistqan, dirûnxane, Navenda  Hunerên Destan, Atolyeya wêneyan, Navenda  Çand û Huner û  beşên ji bo çapameniyê cihê xwe digririn.
 
'Di hemû saziyan de jin peywirdar in'
 
Endama Koordînasyona Weqfa  Jînên Mexmûrê  Bihar Benek  xebatên jinan û bi taybetî jî yên jinên ciwan di van saziyan de bi bîr xist û ev tişt got: " Ev weqf di sala 2002'yan de hatiye avakirin.  Armanc ji ava kirina weqfê ew bû ku jin di her aliyî de bên pêşxistin û bi xwe li ser piyên xwe bisekirin.  Di bin banê weqfê de 5 pêşdibsatn, dirûnxane,  Navenda Hunerên  Destan, Atolyeya wêneyan,  Navenda  Çand û Hunerê û beşek jî  ya  çapameniyê cihê xwe digre. Di van beşên kû me navên wan diyar kirin de jin û bi taybetî jî  jinên ciwan dixebitin. Berî niha bi  demeke kurt  pêşdibistanên me  dawî li perwerdeya xwe ya sala 2017- 2018'an anîn."
 
'Weqf navenda pererdehiya jinê ye'
 
Biharê bal kişand ser perwerdehiyê, rêxistinkirina jinên wargehê û wiha berdewam kir: "Piştî Meclîsa Îştar navenda duyemîn ya jinan Weqfa Jinên Mexmûrê  ye. Di bin banê weqfê de perwerdehiya jinê û rêxistinkirina jinê esas  tê girtin. Di aliyê perwerdehiyê de ji bo fêrbûna ziman jin tên perwerdekirin. Dîsa jinên ciwan ji bo di aliyê çand û hunerê de bên pêşxistin, li vir tên perwerdekirin. Komên me yên govendê û muzîkê jî hene. Her wiha weqfa me di heman demê de ji bo  pirsgirêkên jinan jî yek ji navenda çareserî û starê ye. Di vî warî de xebateke mezin hatiye kirin û hê jî didome."
 
'Di bin sêwana Weqfa Jinê de zarok  jî tên perwerdekirin'
 
Biharê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser perwerdekirina zarokan û wiha berdewam kir: "Ev 3 sal in ez di koordînasyona Weqfa Jinên Mexmûrê  de dixebitim û  nêzî  15 salan e  jî ez cihê xwe di nav xebatên perwerdeyê de digrim.  Di bin banê weqfê pêşdibistan hene û zarokên temenê wan di navbera 5  û 6  salî de ji bo dibistanên seretayî li van pêşdibistanan tên amadekirin. Dîsa xwedekar di aliyê tevger û exlaq de tên perwerdekirin. Li gorî asta xwendekaran wane salane tê amadekirin û perwerdehî  tê dayîn. Di nava civakê de tişta herî baş jî ew e kû bi xwe jin zarokên xwe perwerde dikin û siberoja xwe diyar  dikin."
 
'Rola jin û dayîkan ya di perwerdeyê de girîng e'
 
Endama Koordînasyona Weqfa Jînên Mexmûrê  Bahar benek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mirov dikare bibêje ku zarok di zikê dayîka xwe de heta tê dinyayê ji aliyê dayîka xwe ve tê perwerdekirin.  Ji ber vê her kes di serî de  li gorî exlaqa malbata xwe di serî de tê perwere kirin û  piştre di nava civakê de tê perwerdekirin. Dema kû zarok li vê derê perwerdeya xwe ya pêşdibistanê  diqedîne, em derbasî qada perwerdeyê ya dibistanên seretayî  dikin.  Di vî warî de beriya me berpirsiyariya malbatan di warê perwerdeyê de girîng e. Eleqederiyek mezin ji bo perwerdekirina zarokan pêwîst e. Di vî warî de tişta pêwist ew e ku di serî de dayik erka xwe pêk bîne. Ji ber perwerdeya serke dayîk dide zarokên xwe, wek mamosta jî em vê yekê temam dikin."