6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji nû ve dest pê dike

  • 09:02 20 Gulan 2018
  • Çand û Huner
AMED - 6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman di dîrokên di navbera 23-27’ê Gulanê  de bi 27 belgefîlman dest pê dike.
 
Mihrîcana ku bi piştgiriya Şaredariya Peyasê ya Amedê beriya niha pênç caran hatibû lidarxistin, ji ber tayînkirina  qayim ev saleke ku mihrîcan nehatiye lidarxistin. Piştî salek şûnde dîsa sînemager û sînemahez, 6’emîn Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji nû ve dest pê dike. Mihrîcan  di bin banê Pale Hûner, Şanoya Bajar a Amedê, Mezopotamya Sînema, MA Musîc û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de  di di navbera 23-27’an de  di bin banê Pale Hûnerê de li Pale Hûnerê bi dirûşmeya “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!”dest pê dike. Mihrîcan wê bi 27 belgefîlman bê lidarxistin.  Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ser medyaya civakî daxûyaniyek nîvîskî weşand.
 
Di daxûyaniya nivîskî de ev tişt  hatiye nivîsandin: “Weke ku tê zanîn li Kurdistanê îradeya demokratîk a gel ku bi riya rêveberiyên xweser pêş diket bi destên qayiman hat desteserkirin. Hemû çalakiyên hunerî û mihrîcanên ku ev rêveberiyên xweser bi rê ve dibirin hatin betalkirin, ciyê perwerde û qadên nîşandana van çalakiyan hatin girtin. Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman jî ji van pêkûtiyan bi bandor bû û mecbûr ma ku were rawestandin. Di vê mihrîcana ku beriya niha pênç caran hatibû lidarxistin de ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û her wiha ji gelek bajarên cîhanê fîlm û derhêner cî girtin. Sînemager û sînemahez di vê mihrîcanê de hatin ba hev û bi riya panel, semîner û hevpeyvînan li ser pirsgirêkên çêkirina sînemayê, ji bo şert û merc guncav bibin mirov dikare çawa hevpar bixebite wek mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Dîsa di bin banê mihrîcanê de ji bo çêkirina fîlman piştgirî dihat dayîn û bi saya van piştgiriyan biçûk be jî xebatên cur bi cur derketin holê.”
 
‘Dîroka ku tê nivîsandin di manîpulasyonekê de derbas dibe’
 
Daxûyaniya nivîskî wiha berdewam dike: “Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn di nav aloziyên mezin de derbas dibin. Pêvajoya şer û pêvçûnan bi dawî nabe û şerên giran diqewimin. Hemû hêzên navneteweyî proje û pêşnûmeyên xwe yên li ser Kurdistanê dixin meriyetê û ji bo vê yekê jî tifaqên cuda pêk tînin. Li hember vî şerê ku bi destên van hêzên navneteweyî derdikeve holê, di serî de Kurd û gelên din ên vê erdnîgariyê bertek nîşan didin, li ber xwe didin û ji bo ku bi hev re karibin bîjîn têkoşînekê dimeşînin. Di nav vê xirecira ku diqewime de çavdêrî û şahidiya ku tê kirin jî mixabin bi çavên serdestan pêk tê. Dîroka ku tê nivîsandin di manîpulasyonekê de derbas dibe û bi vî awayî tiştên diqewimin tên belgekirin ango nivîsandin. “
 
‘Berdewamkirina FîlmAmed hêja ye û bi nirx e’
 
Di dawiya daxûyaniya nivîskî de wiha dinivîse: “Mihrîcana FîlmAmed a Belgefîlman ji bo qada belgefîlman geştir bibe roj bi roj hêz û bandora xwe zêdetir dikir. Lewre jî hewldana berdewamkirina FîlmAmed hêja ye û bi nirx e. Bi vê armancê em bang li hemû sînemgeran dikin û dibêjin “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” Ji ber ku şert û mercên me ne guncav in em dixwazin kesên ku belgefîlman çêdikin bi derfetên xwe fîlmên xwe bînin û tevlî vê hevkarî û berxwedanê bibin. Ji ber van sedaman em ê mihrîcana xwe bir dirûşmeya “FÎLMÊ XWE BÎNE Û WERE!” li dar bixin. Sînemagerên ku nikaribin bi derfetên xwe tevlî bibin jî qet nebe fîlmên xwe bişînin û ji mihrîcana me re bibin deng û rengek”
 
Naveroka Mihrîcanê wiha ye:
 
23’ê Gulanê
 
-Konser/Mizgîn Tahîr
 
Saet:18.00
 
Nîşandana Fîlman
 
-Radîo Kobanê/Rêber Dosky
 
Saet:19.30
 
24’ê Gûlanê
 
-Donuş(Veger)/Valerîa Mazzucchî
 
Saet:14.00
 
-Saksak bîr Tutun Belgeselî/Turan Kubulay
 
-Sêsid û Yek/Alîcan Mansuroğlu
 
Saet:15.00
 
-Qulingê Birîndar/Kerem Tekoğlu
 
Saet:16.00
 
-Askı/Nîlgun
 
Saet:17.30
 
-Binxet//Luîgî D’Alîfe
 
Saet:19.30
 
25’ê Gulanê
 
-Tarlataban/Mehmetcan Încedal
 
-Kurbağa Avcıları/Batuhan Kurt
 
Saet:14.00
 
-Kurşun Tosbağa/Tuna Kaptan
 
-Qernefîl ji destan /Eylem Şan
 
Saet:15.00
 
-Qumçeyên Kevir/Medet Dîlek
 
Saet:17.00
 
-İstanbul Makamı//Özlem Sarıyıldız-Yunus Emre Aydın
 
Saet:18.00
 
-Parçalar/Rojda Akbayır
 
Saet:20.00
 
26’ê Gulanê
 
-Li gel Sîbel Tekîn Kargeha Vîdeo-Art (Bîr’ Kolanan)/Sîbel Tekîn
 
Saet:10.00-13.00
 
-Kırık/Rabîa Çetîn-Sînem Babul
 
Saet:13.00
 
-Mirovên Taybet/Orhan Tekeoğlu
 
Saet:14.30
 
-Kurdên Jibîrbûyî/Soran Mardookhî
 
Saet:15.30
 
-Darên Bi Tenê/ Şêro Hindê
 
Saet:17.00
 
-Üçüncü Bölgeden Hücum Varyasyonları/Sedat Şahîn
 
Saet:18.00
 
-Ji Cihê ku Te lê Hiştiye/Volkan Guney Eker
 
Saet:19.30
 
-Derdo Ana ve Ceviz Ağacı/Serdar Onal
 
Saet:20.15
 
27’ê Gulanê
 
-Forûm/ Li gel Zext û Sansûrê Çêkirina Belgefîlman
 
Saet: 12.00-14.00
 
-Elîf/Elîf Ergezen
 
Saet:14.30
 
-Kavar/Murat Bayramoğlu
 
Saet:16.30
 
-Dîroka Mirina Avê/Alî Ergul
 
Saet:17.30
 
-Efsaneya Qralê Nexweşik/Huseyîn Tabak