Ji jinên MKM'yî strana hilbijartinê ya bi Kurdî: Werin

  • 09:01 20 Gulan 2018
  • Çand û Huner
Beritan Canozer 
 
STENBOL - Hunermendên jin ên MKM'ê ji bo hilbijêrên jin ên HDP'î strana hilbijartinê amade kirin. 
 
Bi destpêkirina xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê xebatên çandê jî zêde bûn. Hunermendên jin ên MKM'ê jî ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) strana hilbijartinê ya bi navê "Werin"  amade kirin.  
 
Nurcan Degirmencî got:"Zimanê Kurdî zimanê dayika me ye, divê hemû kes bi zimanê dayika xwe çanda xwe û hunera xwe nas bikin. Loma me xwest strana ku em amade bikin bila bi Kurdî be. Dema ku me gotinên stranê amade kir me jin dawetî HDP'ê kirin. Me got jiyan û heqîqet bi HDP'ê re ye. Ji ber xebatek bi vî rengî em gelek bextewar in."
 
'HDP ji hemû nasnameyan re deriyê xwe vedike'
 
Hunermend Baran Bozyel jî bal kişand ser polîtîkayên HDP'ê yên derbarê jinê de û got:"Pêdiviya Tirkiyeyê ji HDP'ê heye. Di avakiran jiyanek nû ya HDP'ê de jin puxteya jiyanê ye. HDP ne tenê jinên Kurd, jinên ku xwedî baweriyên cuda jî temsîl dike. Ji ber ku HDP ji hemû nasnameyan re deriyê xwe vedike em xwe aîdê wê dibînin."
 
'Em baldar bûn ku strana me amade kir hemû aliyan hîtap bike'
 
Baran herî dawî anî ziman ku ew baldar bûne ku strana ji bo hilbijartinê amade kirine hîtabî her aliyî bike û got:"Ev stran dê di pêvajoya hilbijartinê de kelecan û coşek xweş bide jinê. Em ji vê yekê bawer dikin. Gotin û muzîka stana me gelek xweş e. "