Klamên Lazî bi pirdengî tên gotin: Koroya Lazîka

  • 09:09 18 Gulan 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Koroya Lazîka ya muzîka kevneşopî ya laz bi nirxên gerdunî bi pirdengî ji nû ve distirê bi gotina ‘Helasa yalesa’ ku tê wateya ‘hadê’ xwedî li zimanê Lazkî derdikeve.
 
Komek dildarên di Enstîtuya Laz a Stenbolê de dixebite, di 2016’an de Koroya Lazîka ava kir û muzîka kevneşopiya Lazkî bi nirxên gerdunî di asta pirdengiyê de ji nû ve distirê. Ekîb her diçe gûhdarvanan matmayî dihêle. Jinên Lazîka ku di 6’emîn Bernameya Mîhrîcana Koroyên Pirdeng a Navneteweyî ya Stenbolê a Sansev de cih girt, bi gotina ‘Helasa yalesa’ her kesî vexwendiyê horonê dike.
 
‘Dixwazim muzîka laz bi mirovan bidim nasîn’
 
Şefa koroyê Emîne Çolak dike. Emîne ev du sale koroyê bi rê ve dibe û diyar dike ku sala borî bi sê dengan îsal jî bi çar dengan muzîkê dikin. Emîneyê destnîşan kir ku huner karê dîsîplînê ye û wiha pê de çû: “Ji bo her kes hev bibihîzin divê hev guhdar bikin. Ev jî ji xweşbînî û fêmkirinê derbas dibe. Em dixwazin ji her kesî re muzîka Laz bidin nasîn.”
 
Dikare Kurdî û Ermenî jî lê bê zêdekirin
 
Emîneyê anî ziman ku zimanê Lazkî ji ber li ber tunebûnê ye, gelek girîng e ku li sahneyan bê dîtin û got zimanê Kurdî, Hemşînî, Ermenî jî di hedefa Lazîka de ye.
 
Endama Koroyê Sevînç Alçîçek jî got ew gelek ji strandina stranên Lazkî hez dike û wisa tevlî koroyê dibe û got: “Ez Laz im. Ez bi zimanê xwe stranan dibêjim. Niha xwe tam Laz hîs dikim. Ev jî ji bo min gelek bi kelecan e. Em muzîka xwe yekem car wek polîfonîk dibînin. Dibe ev li Tirkiyeyê ya yekem be.”
 
Fîlîz Çervatoglu jî got ew ji ber bi zimanê xwe stranan dibêje gelek bi kelecan e û got ji bo muzîk bigihêje nifşekî din Lazîka riyek baş e.