Pêşangeha Bêrîvan Bûlût bi dawî bû

  • 14:04 17 Gulan 2018
  • Çand û Huner
HEWLÊR -Pêşangeha wêneyan a Bêrîvan Bûlût ya ku hefteyekê berdewam kir bi dawî bû.
 
Bêrîvan Bûlût a ku li Zanîngeha Selahadîn a Hewlêrê beşa Arkeolojî xwendiye, pêşangeha wêneyan vekir. Pêşangeha ku li Galeriya Cîhan Art a Hewlêrê di 9'ê gulanê de hatî vekirin bi dawî bû. Pêşangeha ku bi 20 tabloyên wêneyan tê de hatın pêşandan di nava hefteyekê de rastî eleqeyek mezin hat.