Rugeş: Hûner pêşeroja me ye û pêşeroja me ji me re lazim e

  • 09:09 15 Gulan 2018
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Lîstikvan Rugeş Kirici derbarê mihrîcana ku li dar xistine de pirsên me bersivand. Rugeşê diyar kir ku di tevahiya dîrokê de, di bin şert û mercên giran de kurd xwedî çand û hûnera xwe derketine.
 
6’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê bi dirûşma “Ji xeyalan ber bi azadiyê ve ” di 4'ê gulanê de hat destpêkriin di 13'ê gulanê de bi dawî bû. Derbarê mihrîcanê de lîstikvan Rugeş Kirici pirsên me bersivandin.
 
Rugeş anî ziman ku Sophokles beriya bi 2 hezar û bêncsed salan qîrîna Antîgone vegotiye û şûnde , bi qasî ku dîrok xwîn bigirî mirî li qadên şer hatine terikandin û ev tişt got: “Beriya 2 hezra û pêncsed salan rewş çibû, îro jî li Amedê heman tişt tê jiyîn. Li navçeya Sûra Amedê di dema derketina qedexeya derve de ji ber şer  mal tev hatine hilweşandin, dayikan jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan di anva kolanê de dihatin sekinandin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin dest bi Nobeta Edaletê dikirin.” Rûgeşê bi lêv kir ku beriya 2 hezar û bêncsed sal çi hatiye jiyîn, îro jî heman tiştî dijîn.
 
‘Hûner, neynûka civak û bîranîna pêşerojê ye’
 
Rûgeşê, diyar kir ku hûner, civaka ku êş û tengasî jiyaye di pêşerojê de bi bîr bînin girîng e. Rugeş, da zanîn ku hemû lîstikên Şanoya Bajar a Amedê yên tên nîşandan bi têgihîştina “Hûner ji bo civakê ye” derketine rê û wiha got: “Hûner ji dîrokê û vir de rastî zextan hatiye. Em hûnermend jî di salên borî de çi hatibû jiyîn, pirsgirêk û êşên wan ên çawa hebûn, di bin berpirsyariya me de ye ku em bigihînin nifşên pêşerojê. Lewra jî heskiriyên hûnerê tim rastî êrîşan hatine. Ji ber ku hûner, neynûka civak û bîranîna pêşerojê ye.”
 
‘Bi biryar em 6’emîn mihrîcana xwe didomînin’
 
Rûgeş, derbarê qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin de jî wiha got: “Tayînkirina qayim bandor li ser qadên şano û sînemayê jî kir. Ji ber lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê ku niha dixebitin, wê demê hemû ji aliyê qayim ve ji kar hatin avêtin. Hûnera ku me dixwest em biafrînin, qayûm dixwest ku asteng bike. Lê belê me rê li pêşiya vê tiştî venekir. Me îro jî bi biryareke mezin 6’emîn mihrîcana xwe li dar xist û qedand.”
 
‘Kurd, dev ji xeyal û azadiya xwe bernadin’
 
Rugeş, di dirêjiya axaftina xwe de got ku îlankirina OHAL’ê  bandor li qadên wan ên hûnerê jî kiriye. Rugeş, got: “Ez jî hûnermendek im  û wek hûnermendekî kurd zilma ku îro di vî welatê de tê kirin nikarim bi gotinan biqedînim. Li Tirkiyê OHAL’a ku hatiye îlankirin naqede. Tirkiyê wekî doh îro jî bi OHAL’ê tê rêvebirin û ji ber OHAL’ê hûner gelek zirarê dibîne. Li dijî  hemû zext û zordestiyan li Amedê 6’emîn mihrîcana ku me li darxistiye em pê serbilind in. Mihrîcana ku me bi dirûşma ‘Ji xeyalan ber bi azadiyê’ da dest pê kirin, peyama ‘kurd, dev ji xeyal û azadiya xwe bernadin’ da.”
 
‘Di OHAL’ê de bêhtir xwedî li şano û hûnerê derkevin’
 
Rugeş, di dawiya axaftina xwe de  da zanîn ku kurd di tevahiya dîrokê de di bin şert û mercên giran de xwedî li çand û hûnera xwe derketine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji hemû heskiriyên hûnerê re ye ku di OHAL’ê de bêhtir xwedî li şano û hûnerê derkevin. Ji ber ku hûner pêşeroja me ye û pêşeroja me ji me re lazim e.”