Hezkiriyên zimên: Zimanê dayikê rûmeta me ye

  • 09:01 13 Gulan 2018
  • Çand û Huner
AMED - Bi armanca 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hezkiriyên zimanê Kurdî diyar kirin ku bi salane hikûmeta tirk êrîşî zimanê wan dike û gotin ew dixwazin bi zimanê kurdî perwerdeyê bibînin û bijîn.
 
15’ê Gulanê piştî ku di sala 1932’an Celadet Elî Bedirxan Kovara Hawarê derxistiye wek roja Cejna Zimanê Kurdî her sal tê pîrozkirin. Lê belê dema em rewşa îro dinêrin piştî rewşa awarte saziyên zimanê kurdî yên wekî Kurdî-Der û Ferzad Kemanger ji aliyê hikûmeta tirk ve hatin girtin. Mamosteyên Dibistana Zarokîstanê jî ji aliyê qayyim ve ji kar hatin derxistin. Ev jî dijminatiya dewletê ya li hember ziman nîşan dide. Bi wesîleya rasthatina Cejna Zimanê Kurdî hezkiriyên zimanê kurdî daxwaza xwe ya perwerdehiya kurdî nû kirin.
 
Hezkiriya ziman Melek Baran di serî li ser giringiya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî axivî. Melek got ku ziman nasnameya mirovan e, pêşeroja mirovan e, ji bo ku mirov xwe di civakê de bide nasîn ziman pêwîst e û beriya her tiştî ziman tê. Melekê da zanîn ku zimanê kurdî ji bo gelê kurd zêde girîng e, ji ber bi salane zimanê gelê kurd hatiye astengkirin û nikaribûne bi zimanê xwe bijîn. Melekê anî ziman ku bi salane li ser kurdan zext tên kirin, ji ber zimanê wan hatiye astengkirin nikaribûne pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe çareser bikin, lewra jî ziman ji bo kurdan girîng e û ev tişt got: “Pêwîst e her jinên kurd, ciwanên kurd, zarokên kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe pêşeroja xwe binêre. Divê gelê kurd giringiya zimanê xwe bibîne, zimanê xwe li cihanê bide naskirin û gavên girîng biavêje. Dema zimanê me nebe, mirov jî tuneye. Ziman hebûna mirovan e. Pêwîst e cîhan zanibe gelê kurd heye û di serî de pêwîst e ziman bi wan bidin qebûlkirin. Ger em ziman bi civaka xwe zimanê xwe nedin naskirin, wê demê tu kes nizanibe ku zimanê me heye.”
 
‘Me malên xwe kirin dibistan’
 
Melekê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku îktîdara AKP’ê hem ji nirxê kurdan, pêşeroja kurdan û hebûna kurdan aciz dibe, lewra jî li dijî zimanê kurdî êrîşeke bi vî hawî dike. Melek da zanîn ku îktîdara AKP’ê ji gelê tirk û cihanê re zimanê kurdî wek zimanekî xeyalî, bingeha wê ne xurt dide nasîn. Melekê bi lêv kir ku li Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê saziyên ziman hebûn, lê piştî rewşa awarte hemû sazî hatin girtin, xwestin ku nasnameya zimanê kurdî bê tunekirin. Melekê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze ku kurdan ji civaka wan, rastiya wan, pêşeroja wan û nirxê wan dûr bixe û bandorek neyînî li ser gelê kurd çê bike. Lê belê bi ser neket. Piştî girtina saziyên zimanê kurdî me dev ji zimanê xwe berneda û me malên xwe kirin dibistan. Me dev ji zimanê xwe berneda û piştî OHAL’ê  xwedî derketinekî girseyî ji bo ziman pêk hat. Bi taybetî jî jin û ciwan xwedî li zimanê xwe derketin û hîn jî derdikevin.”
 
‘Divê em bi zimanê kurdî li her qadê bin’
 
Melekê di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên kurd kir ku tu carî dev ji zimanê xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ziman hebe em jî hene, ger ku ziman tunebe em jî tunene. Ziman siberoj û rizgariya me ye. Divê em bi zimanê kurdî li her qadê bin. Zimanê kurdî, zimanê dayika me ye, lewra jî zimanê dayikê mafê me û rûmeta me ye.”   
 
‘Em ê dev ji zimanê xwe bernedin’
 
Hezkiriya zimanê kurdî Şukran Yakut jî daxûyand ku piştî rewşa awarte hemû saziyên wan ên ku hatin girtin li dijî ziman êrîş zêde bûne, lê tu carî dev ji zimanê xwe bernedan. Şukranê got bi girtina saziyên ziman bandorek xirab li wan kiriye, lê li dijî vî tiştê mal, kolan û taxên xwe kirine dibistan. Şukranê, destnîşan kir ku beriya saziyên ziman  bên girtin wan li saziyan perwerde didîtin û wiha bi lêv kir: “Dibe ku hemû saziyên me hatibin girtin, lê pêwîst e em bi hemû zaravayên zimanê kurdî li her derê û deverê biaxivin. Ziman hebûn û jiyana min e. Ez îktîdara AKP’ê şermezar dikim ku êrîşek bi vî hawî li dijî zimanê me dike. Çi dibe bila bibe em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Zimanê kurdî zimanê dayika me ye, dayikên me bi salane vî zimanê diaxivin û îro divê em jî xwedî vî zimanê derbikevin. Ger em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê neheqiyek mezin li dayikê xwe bikin.”