Bi minasebeta 15'ê Gulanê şeva helbestê hat lidarxistin

  • 20:35 11 Gulan 2018
  • Çand û Huner
AMED -  Li Pale Hûnerê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Koma Helbestê ya Amedê şeva helbestê hat  lidarxistin.
 
Bi minasebeta 15'ê Gulanê di bin banê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Egîtîm Senê li Pale Hûnerê ji aliyê Koma Helbestê ya Amedê şeva helbestê hat lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestkar  û mamosteyên MED-DER'ê tevlî şeva helbestê bûn.
 
Beriya Helbest bên xwendin, Nivîskar û mamoste  Hasîp Yalniç  di derbarê hilbijartinên ku di 24'ê Hezîranê de bên kirin axivî. Hasîp, got  dîktoriya hikûmeta tirk bi polîtîqayên xwe hemû saziyên çand, ziman û hûnerê girtiye. Hasîp, anî ziman ku ger di vê hilbijartinê de ger hikûmeta AKP'ê qezenc bike wê ziman û çanda kurdan  di xeterê de be û wiha got: "Bi vî hawî kurdan dixwazin bê çand, ziman û hûner bêhêle. Lewra jî em di rewşeke girîng de derbas dibin. Ji ber vê jî di vê hilbijartinê de ger em vê hikûmetê neşînin ne ziman,ne jî çand û hunera me dimîne. Lazime di vê hilbijartinê de bi van armancan bixebitin û em bi ser bikevin. Yên ku vê şevê hatine vir hemû dildarên ziman, çand û hunera xwe ne."
 
Hasîp, di dirêjiya axaftina xwe de behsa girîngiya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî kir. Hasîp, bibîrxist ku di sala 1932'an de Kovara Hawarê bi tîpên latînî di 15'ê Gulanê de hatiye çapkirin û belavkirin. Hasîp, da zanîn ku di 2006'an de li Bakurê Kurdistanê 15'ê Gulanê ew roj wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye lidarxistin û wiha got: "Ji wê rojê vir de û ev 12 sale wek rojek girîng li çar parçeyê Kurdistanê  tê pîroz kirin."
 
Bername bi xwendina helbest û muzîkê bi dawî bû.