Bêrîvanê bi pêşengeha wêneyên xwe rastî eleqeyek mezin hat

  • 17:08 9 Gulan 2018
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Xwendekara Zanîngehê, Wênesaz Bêrîvan Bulut pêşengeha wêneyên xwe li Galariya Cîhan Art a Hewlêrê vekir. 
 
Xwendekara Zanîngehê, Wênesaz Bêrîvan Bulut pêşengeha wêneyên xwe li Galariya Cîhan Art a Hewlêrê vekir. Di pêşengehê de 20 tabloyên Bêrîvanê hat pêşkeşkirin û rastî eleqeyek mezin hat. Mijara wêneyên Bêrîvanê bêtir li ser jinan bû. Pêşangeh dê heta 17'ê Gulanê bidome.