Bi belgefîlma ‘Karanfîl Elden Ele’ li dîroka ÇHD’ê nêrîn

  • 09:07 9 Gulan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Eylem Şen a bi belgefîlma ‘Karanfîl Elden Ele’ dîroka ÇHD’ê ya ji damezrandinê heta niha vedibêje, got divê bi taybet jinên belgefîlman çê dikin piştgiriyê bibînin.
 
Belgefîlma ‘Karanfîl Elden Ele’ ya dîroka Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ji 1970'ê heta salên 2000’î  vedibêje di 13’emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî de derket pêşberî temaşevanan. Derhênera fîlm Eylem Şen wek jinekê çêkirina fîlm vegot.
 
Eylem a bi belgefîlmên xwe yên ‘Metropolîs’ û Asfur’  koçberî, şîdet û bajarvanî vegot, bi belgefîlmê ‘Karanfîl Elden Ele’ j’i dîroka ÇHD’ê vedibêje. Eylemê diyar kir ku tevî kêmasiyên teknîk, çavkaniyên kêm û xwegîhandina belgeyan, belgefîlm qadek demokratîk a mirov dikarin gotinên xwe bêjine ye. Eylem di belgefîlm de ji şahidiya hiqûqnasên ÇHD’ê, rojname, wêne û girtekan fêdeyê digire.
 
Eylemê destnîşan kir ku di belgefîlm de berdewambûna dîrokê û rastiya di dîrokê de vegotiye û got dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêrin kesên ji bo azadî û maf têkoşîn dane tu car kêm nebûne. Eylemê anî ziman ku di belgefîlm de pêvajoyên girîng ên ji salên 1974’an heta niha pêk hatine cih digirin.
 
‘Xwegîhandina belgeyan zor û biha ye’
 
Eylemê got belgefîm di civakê de cihekî girîng digirin û got xwegîhandina belgeyan zehmet e û di vê rewşê de cihên şahidan di vir de gelek girîng e. Eylemê bal kişand ser derhênerên jin û got divê bi taybet jin piştgiriyê bibînin.