Ji bo filmê 'Alan Kurdî' xelat hat dayin

  • 17:15 8 Gulan 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana filmên navneteweyî yê Îranê de filmê "Alan Kurdî" yê ku derhêneriya wê Cibrail Ebubekir dikir, 3'emîn hat hilbijartin. 
 
Di Mîhrîcana filmên navneteweyî yê Îranê de filmê "Alan Kurdî" yê ku derhêneriya wê derhênerê Kurd Cibrail Ebubekir dikir, 3'emîn hat hilbijartin. Di mîhrîcanê de 45 film beşdarî pêşbirkê bûn. Derhêneriya filmê "Alan Kurdî" Cibrail Ebubekir, Muzik Omêd Roj û grafik jî ji aliyê Alan Rojbeyanî hat kirin. 
 
Alan Kurdî yê 3 salî di 2'ê Îlona 2015'an de tevî malbata xwe li Rojava ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyabû û malbata alan hewl da ku derbasî Yûnanistanê bibin lê li navçeya Bodrumê ya Muglayê Alan Kurdî di avê de fetisîbû û jiyana xwe ji dest dabû.