Mîhrîcana Şanoyê bi dirûşma 'Ji xeyalan ber bi azadiyê ve' dest pê kir

  • 09:59 5 Gulan 2018
  • Çand û Huner
AMED-6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin bi dirûşma "Ji xeyalan ber bi azadiyê ve" dest pê kir. 
 
6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin bi dirûşma "Ji xeyalan ber bi azadiyê ve" dest pê kir. Şanoger Rugeş Kiraci di mîhrîcanê de axivî û got:"Ji bo em di nav şer, mêtingeriyê, sirgunê, bêedaletiyê, êşê de winda nebin divê em lîstikan ava bikin." Mîhrîcana Şanoyê bi atolyeya Pınar Akkuzu ya "Lêkolîna Lîstika Maskeyê-Li ser dikê helbest" dest pê kir û bi pêşaniya atolyeya "Lingên Pêxwas" dewam kir. Ji xeynî şanohezan Parlamenterên HDP'ê Sibel Yigitalp û Ziya Pîr jî wekî temaşevan beşdarî mihrîcanê bûn. 
 
'Huner dayika civakê ye'
 
Şanoger Rugeş Kiraci anî ziman ku lîstikên ku di mîhrîcanê de tên lîstin naverokên civakê di xwe de dihewînin. Rugeş di dewama axaftina xwe de wiha got:"Huner dayika civakê ye."
 
Danîşana şanoyê bi gotubêjên şanogeran bi dawî bû. 
 
Danîşana Şanoya Bajêr a Amedê dê di navbera 4-13'ê Gulanê de bidome.