‘Kaktus bê av jî dijîn’ li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan e

  • 09:05 3 Gulan 2018
  • Çand û Huner
Evrim Kepenek 
 
STENBOL - Pirtûka bi navê ‘Kaktus bê av jî dikarin bijîn’  bi fikir û ramanên 46 şahidên jin ên li Girtîgeha Mamakê hatiye nivîsandin û di wê serdemê de gelek belge teslîmî Pirtûkxaneya Berhemên Jinan  a Stenbolê hat kirin.
 
Jinên  di pêvajoya darbeya 12’ê Îlona 1980’ê de li Girtîgeha Mamakê man pirtûka bi navê ‘Kaktus bê av jî dijîn’ nivîsîn. Pirtûk ji aliyê 46 jinî ve hatiye nivîsîn.
 
Ji Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Fatîhê û înternetê mirov dikarin pirtûkê peyda bikin.  Her wiha kesên dixwazin belgeyên aydê wê demê lêkolîn bikin jî dikarin van berheman li heman pirtûkxaneyê bibînin, ji ber ku jinan pirtûk teslîmê pirtûkxaneyê kir.
 
‘Tiştên em jiyan bila neyên jibîrkirin’
 
Ji nivîskarên pirtûkê Fatma Polat Akat, di 17 saliya xwe de dikeve girtîgehê.  Fatma di 19 saliya xwe de ji girtîgehê derdikeve û  piştî 36 salan şûnde di rojnameyekê de nûçeya bi ser navê ‘nameyên li xwediyên xwe digerin’ dibîne û fikra wê ya ji bo jiyanê diguhere.  Di nûçeyê de nameyên wê demê nedane girtiyan dihtin vegotin. Fatma piştî dibihîze name wê li Enqereyê bên pêşeandan, hevalên xwe yên wê demê dibîne û bi 46 hevalên xwe re biryara nivîsandina pirtûkê digire.
 
Nivîsandina pirtûkê sê salan berdewam kiriye û di 2011’an de derket.
 
Fatmayê diyar kir ku pirtûk ji bo wan gelek bi nirxe û got wê li Mamakê hîn kiriye ku dema jin bên cem hev tu hêz nikare li hemberî wan bisekine.
 
Saniye Nazîk Işik jî balkişand ser girîngiya pirtûkê û got: “Ev pirtûkek dîrokê, pirtûkek berxwedanê û ji ber li vê pirtûkxaneyê ye pir girîng e.”