Hejmara Rojname Newaya Jin a meha Gulanê derket

  • 10:31 2 Gulan 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Newaya Jin ku li ser rojeva Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hate amadekirin derket. Di rojnameya mehane de gelek hevpeyvîn, gotar û dosya hene.
 
Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Newaya Jin ku li ser rojeva Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê hate amadekirin derket. Di rojnameyê de rojnamevan Fîlîz Koçalî atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê nirxand û bi sernavê "Ji Tirkiyeya Reîs ber bi bihara gelan ve" bal kişand ser polîtîkayên baviksalarî û faşîzan ên AKP'ê.
 
Zerîn Rûken li ser tifaq û hevsengiyên nû yên li herêmê analîz kir û destnîşan ikr ku 2018 wê bibe sala serketina jin û gelan.
 
Di hejmara vê mehê de hevpeyvîna bi Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît re hate weşandin.
 
Di rojnameyê de Zubeyde Teker jî detayên daxuyaniya CPT'ê yên li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan analîz dike.
 
Herwiha rojnameyê cihekî berfireh da berxwedêrên di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne û di vê çarçoveyê de  Şevîn Nûdem çîroka jiyanê, lêgerîna azadiyê û têokşîna şoreşgerên enternasyonalîst Alîna Sanchez, Anna Campbel û Îvana Hoffmann nirxand.
 
Ji fermandarên YJA Starê Gulnaz Ege (Nûran Er) ya 29'ê Îlona 2017'an li Amed-Licê şehîd bû ji aliyê hevrêya wê Arya Andok û Nûdem Nûrhak (Turkan Yuksel) a li Şirnexê di dawiya Nîsana 2017'an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da ji aliyê Hêja Zerya ve hatin vegotin.
 
Di rûpelên kurdî de jî hevpeyvîna bi Berpirsyara Buroya Jinê Nûjîn Yûsif, analîza Dîcle Xabûr a li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn, portreya Deyfe Xatûn ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hatiye amadekirin û gotara "Şerê hebûna mirovahiyê" ya nivîskar Zeynep Erdem hene.
 
Rojnameyê her wiha bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî cih da nirxandina "Zimanê jinê û Kurdî" ya A. Avesta Aydin.