Di 1’ê Gulanê qad di 2’ê Gulanê de gala: Mîhrîcana Fîlman a Karkeran dest pê dike

  • 09:14 30 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - 13’emîn Festîvala Fîlman a Karkeran a Navneteweyî ya bi esasa ‘ bêdengî di sînemayê de xweş e’  hatiye amadekirin wê bi ‘Di 1’ê Gulanê de qad di 2’ê Gulanê de gala’ pêk bê.
 
13’emîn Mîhrîcana Fîlman a Karkeran a Navneteweyî wê li 4 bajaran bi awayekî hevdem pêk bê. Mîhrîcan di navbera 1-13’ê Gulanê de pêk tê û nav saziyên mîhrîcanê pêk tîne de DÎSK, Sîne-Sen, Devsaglik-îş, Tezkoop-îş, Turk-îş, Tek Gida-Îş, KESK, SES, yekitiya Tabîbên Tirk, Malên Gel, Sendika.org û Çapul Tv cih digire.
 
Li Îzmîrê şeva gala pêk bê  saet di 19’an de ji Navenda Çanda Turkan Saylan heta Navenda Mîmariyê wê meş pêk bê. 
 
Di fîlm de wê bi giştî 65 fîlm cih bigirin. Di beşa ‘Fîlmên Ji Zarokên Cîhanê’  wê  ji kameraya zarokan fîlm cih bigirin.
 
Ji berpirsên Festîvalê ya Îzmîrê Ugur Goçmuş diyar kir ku hema hema di her fîlmî de karker cih digirin û got balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî. 
 
Ji Koordînatoran Gamze Yeneş jî got bi armanca bêjin ‘1’ê Gulanê neqedya didome’ di 2’ê Gulanê de galayê pêk tînin û got wê sînemeya kesên bêdeng namînin biweşînin.
 
Ji vê lînkê berfirehiya bernameya mîhrîcanê dikare bên hînbûn: http://www.iff.org.tr/icerik/iff_izmir_2018.pdf