'Divê rengê jinê zêdetir tevlî muzîkê bibe’

  • 09:30 29 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR- Koma ‘Ji taxê Heval’ mirovan bi muzîkê tîne cem hev û Merve Sati ya di komê de li tefê dixe, diyar dike ku divê zêdetir muzîkjenên jin li kolanê bin.
 
Koma muzîkê ya ji 8 kesan pêk tê û hinek ji wan ji zanîngehê mezunin hinek hîna dixwînin û hinek jî dixebitin, bi navê ‘Ji taxê heval’ li kolanên Konakê mirovan bi coşa muzîkê re tînin gel hev. Albumek komê ya ji 5 stranan pêk tê heye. Kom ji stranên Aşik Mahsunî, Pîr Sultan Abdal û Neşet Ertaş jî stranan dibêjin û bi zimanên lazikî û kurdî heta gelek zimanên din xwedî repertuarek berfirehe.
 
Hejmara jinan kême’
 
Merve Sati ya di komê de li defê dixe diyar dike ku divê zêdetir jin li kolanê cih bigirin. Merve ya li Zanîngeha Egeyê dixwîne diyar kir ku bi vî awayî bi mirovan re dikevin têkiliyê û gotin ew bertekên gelek erênî digirin. Merve her wiha tîne ziman ku hejmara jinên li kolanê li enstrumanê didin gelek kêmin.
 
‘Gel li pişt me ye’
 
Merveyê balkişand ser pirgirêkên li kolanê dijîn û got: “Muzîka kolanê gelek eleqeyê dibîne. Zabite dibe pirsgirêk lê gel li pişt me ye. Divê muzîka kolanê cidî bê girtin. Tevî guhdarvan bertekên erênî nîşan didin jî cidî nayê girtin.”