Ji Mîhrîcana Şanoya Amedê re hindik ma

  • 10:23 28 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
AMED - Ji bo 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê dê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkuk û Mehabadê komên şanoyê werin û lîstikên xwe pêşkeş bikin. 
 
Ji 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê re hindik ma. Mîhrîcana ku dê bi dirûşma "Ji xeyalan ber bi azadiyê ve" pêk were dê di 4-13'ê Gulanê de dest pê bike. Ji bo 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê dê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkuk û Mehabadê komên şanoyê werin û lîstikên xwe pêşkeş bikin. Di mîhrîcanê de gotibêjên "Di salên 80'î de Şanoya Başûrê Kurdistanê", "Tecrubeya Medreseya Şano û Dika Seyyar" û "Di Hunerê de Azadî" bên kirin. 
 
Lîstikên dê li Du Çem û Şanoya Bajarê Amedê bên lîstin 
 
Di Mîhrîcana Şanoyê de di heman demê de xebata atolyeya Pinar Akkuzu ya "Lêkolînên Lîstika Maskeyê-Li ser dikê helbestî" dê bê çêkirin. 
 
Dê lîstikên mîhrîcanê li Şanoya Bajarê Amedê û li Du Çemê bê lîstin. Her wiha mîhrîcan dê bi konsera Rojhilat MA ya li Pale Hunerê bi dawî bibe.