Çîroka jinek di şerê navxweyî de: Çekên Carrar Ana

  • 09:02 26 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Jinên ku di bin bana Komeleya Îmeceyê de derdikevin ser dikê lîstika bi navê ‘Çekên Carrar Ana’ ya Bertol Brechtî lîstin. Lîstik mijara dayikek di nav şerê navxweyî ya Ispanyayê de, vedibêje û nîşan dide ku di şer de wê bê alî nemînin.
 
Koma şanoyê ya di bin bana Komeleya Îmeceyê de xebatên xwe dimeşînin piştî xebata 5 mehan şûnde lîstika ewil nîşan dan. Lîstika bi navê ‘Çekên Carrar Ana’ ya Bertolt Brechtî li Navenda Çanda Selahattîn Akçîçek hat lîstin. Derhêneriya lîstikê Kazim Başer dike. Her wiha di dawiya lîstikê de pankarta ‘Em jin, azad in, li ser dikê ne’ hat vekirin. Esengul Uzun bi performansa xwe lîstikvanên profesyonel li pey xwe dihêle û diyar kir ku ew bi xebata 5 mehan gelek pêşketin jiyane. Esengulê balkişand astengiya sahneyê ya li pêş jinan û wiha got: "Wê nikaribin me ji ser dikê daxin xwarê. Divê huner bi dewletê ve girêdayî nebe. Tevî hemû tiştên neyînî divê hunermendên amator û civakên hunerê yên serbixwe bixebitin. Em vê yekê di lîstikê de jî dibêjin."
 
Esengulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew difikirin ku li her derê derkevin ser dikê û got wê di Rojên Şanoya Zanîngeha Egeyê de bilîzin. Her wiha da zanîn ku ji bo lîstikên nû jî dest bi xebatan kirine û bang kir ku divê lîstikvanên nû jî tevlî wan bibin.