Pirtûka ‘Çîrokên Rûhevhatinê’ derket pêşberî xwendevanan

  • 09:36 24 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Komeleya Nivîskarên Jin atolyeyek vekir û di encamê de pirtûka ‘Bi çîrokên Rûhevhatinê-Neynik ji min re vebêje’ derket pêşberî xwendevanan.
 
Komeleya Nivîskarên Jin ku ji bo jin bi xwe re bên rû hev û xwe kîfş bikin xebata atolyeyê pêk anî, di encama xebatên atolyeyê de bi  pirtûka bi navê ‘Çîrokên Rûhevhatinê-Eynik ji min re vebêje’ derket pêşberî xwendevanan’. Nivîskarên jin yên her hefte rojên çarşem û pêncşemê atolyeyan pêk tînin hefteya dawî atolyeya rûhevhatinê pêk anîn.  Seroka Komeleyê Sevîm Dînç diyar kir ku ji bo jin travmayan ji xwe bavêjin divê bi hev re bên rû hev.
 
Sevîmê diyar kir ku çîroka hemû jinan kom dikin û ji 250  zêdetir çîrok di destên wan de ne. Sevîmê bi lêv kir ku ev çîrok bi xwe rûhevhatin û nerûhevhatina jinan e.
  
Sevîmê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Mirov herî zêde dixwazin xwe nas bikin. Dema çîrokên em dixwînin me vebêjin emê  ji wê kêfxweş bin .  Hiş û asta çanda me gelek girîng e. Jin tiştên tên serê wan dixwazin pê re bên rû hev. Di çîrokan de tenê çend heb bi dewletê re tên rû hev. Bi îşkencê re tên rû hev.”
 
Sevîmê di dawiy aaxaftina xwe de çîrok xeyalên jinan vedibêje û got jin bi nivîsandinê ji qadên teng derdikevin û nivîsandin daxwaza azadiyê jî derdixe holê.