Nîlufer Açikalin: Dema dinivîsim xwe azad hîs dikim

  • 10:42 22 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Evrim Kepenek
 
STENBOL - Nîlufer Açikalin ya bi pirtûka xwe ya nû ‘Huzun Supuren’ derket pêşberî xwendevanan got: “Ez dema dinivîsim xwe azad hîs dikim. Li dijî sansur û zextên li hemberî hunerê jî wê şano her tim hebe.” 
 
Lîstikvan Nîlufer Açikalin heta niha 10 pirtûk nivîsine. Nîlufer ku bi lîstikvaniya xwe bandorê li temaşevanan dike di heman demê de bi gotinên xwe jî di dilê xwendevanan de cih digire. Nîlufer bi dengê xwe jî guhdarvanan derdixe rêwitiyek cuda. Nîluferê niha pirtûka bi navê ‘Huzun Supuren’ derxist pêşberî xwendevanan. Nîluferê diyar kir ku xebata wê ya ‘Çîrokên Melodîk’ jî li ser malpera înternetê ya www.evyapimisler.com dikare bê guhdarkirin. Em bi Nîluferê re li ser lîstikvanî û nivîsên wê axivî.
 
*Çi bû sedem ku we dest bi nivîsînê kir?
 
 Pirtûka min ya Huzun Supuren a ji Dogan Kîtabê derket bû. Beriya vê jî 10 pirtûkên min yên din. Beriya lîstikvaniyê min xwe wek nivîskar dîtibû. Min xwe gîhand û di her qadê de perwerdaya min didome. 
 
*Têkiliya we ya bi nivîsê re an bi lîstikvaniyê re xurte?
 
 Ez karê ku pê re têkiliya xurt daneyndim nakim. Bi nivîsê re jî bi muzîkê re jî û lîstikvaniyê re jî têkiliya min ya xurt heye. 
 
*Hun di pirtûka xwe de dest didin dilên veşarî. Hun jî dilekî mezin yên veşarî ne gelo? 
 
Ez di çîrokên xwe de mîzah û şîdetê di nav hev de dinivîsim. Lehengên min karekterên ne koleyên nivîskarin. Ez çîrokên xwe bi mîzaha reş dixemilînim. 
 
*Hun xwe di kîjan qadê de azad hîs dikin? 
 
Bêguman pênûs, kaxiz û ez. Lîstikvanî û muzîk karê ekîbê ye. Qada herî zêde ez xwe azad hîs dikim nivîskarî ye. 
 
*Hun lîstikvanî, muzîk û nivîsên xwe çawa xwedî dikin? 
 
Bi xwendin û şopandin, çavdêrî, heta ji destê min bê diçim xwezayê. Ez durustiyê digirim plana pêş û zêde naxivim, pir guhdar dikim. 
 
*Hun lîstikvanên dema nû çawa dibînin? 
 
Lîstikvanên gelek serkeftî û jîr hene. Dema mirov wan dibînin dilê mirovan rehet dibe. Ferasetek ku lîstikvaniyê tenê ji rêzefîlman dibîne heye, der barê vê de tu dikarî çi bêjî? Ferastek wisa hebe jî ez nizanim. Lîstikvanî mijarek koplîke ye. Tecrubeya min ya bi salan heye. Di pirtûka xwe ya Karanlikta Çok Guzelim de min ji tecurbeyên xwe fêde girt. Karekterê wê romanê keçiçkek ketiye fîlm heye. 
 
*Hun gotinên hinek hunermendan ya ‘azadî heye zext tune’ çawa dinirxînin?
 
Ez nanirxînim. 
 
*Şano û şanoger ji hawira zextê çawa bi bandor dibin? 
 
Çi dibe bila bibe şano dijî û xwe îfade dike. Ji ber gelek hunermendên jîr, bi nirx û cesaret hene.
 
 *Şertên şanoya azad her diçe tune dibe gelo?
 
 Hemû şert tune bibin jî wê şano hebe. Hun feraseta hunera xwe çawa vedibêjin? Ez bi hestên bêdawî dixebitim. Dîsîplîn û bawerî parçeyên xebata minin. 
 
*Hun dixwazin dawî çi bêjin?
 
 Projeya me ya Melodîk Oykuler di înternetê de heye. Çîrokên me yên melodîk û stranên me hemû taybet û nû ne. Jehat Hekîmoglu bavê wan xebatan e. Xebatên me bi hev re kirine dikarin li ser navnîşana evyapimiisler.com bibînin.