6’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di 4’ê Gûlanê de dest pê dike

  • 09:06 22 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
AMED - 6’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dirûşmeya “Ji Xewn û Xeyalan Ber bi Azadiyê ve” wê di navbera 4-13’ê Gûlanê de bê lidarxistin. Lîstikvan Elvan Koçer anî ziman ku wê mihrîcana xwe li dijî hemû astengan li dar bixin.
 
Wekî her sal lîstikvanên Şanoya Bajara Amedê wê îsal jî Mîhrîcana Şanoyê li dar bixin. 6’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dirûşmeya “Ji Xewn û Xeyalan Ber bi Azadiyê ve” wê di navbera 4-13’ê Gûlanê de bê lidarxistin. Lîstikvan Elvan Koçer mirîcana ku wê di 4’ê Gûlanê de dest pê bike axivî. Elvanê got ku wê mihrîcana xwe li dijî hemû astengan li dar bixin.
 
Elvanê anî ziman  ku mihrîcana wan wê di 4’ê Gûlanê de dest pê bike û wê di 13’ê Gûlanê de jî bi dawî bibe. Elvanê got ku wê ji  Başûr, Rojava  û komên ji wê derê kom tevlî bibin û wiha  got: “Wê ev mihrîcan ji 14 lîstikan ava bibe. Beriya Mihricanê em ê di nava vê hefteyê de  dest bi amadekariya atolyeya bi navê ‘Lêkolîna Lîstikvaniya Maske’ bikin û xebatên atolyeyê wê nêzî hefteyekê berdewam bike. Di encama vê atoleyeyê de lîstika ku derket, wê di mihrîcanê de roja yekem bê pêşkeşkirin. Ev lîstik wê ne bi tenê di mihrîcanê de bê pêşkeşkirin, wê piştî mihrîcanê jî derbikeve pêşberî gel. Her wiha di mihrîcanê de wê panel û gotûbej jî hene.”
 
Elvanê sedema mihrîcana ku wê li dar bixin wiha got: “Sedema vê mihrîcana me jî ew e ku em dixwazin ji çar parçeyên Kurdistanê û cihanê hemû kes bên gel hev. Lewra jî me pêwîstî bi vê mihrîcanê dît. Wê ev mihrîcan ji hemû kesan re baş bê. Me ev mihrîcana ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo gel li dar xist. Ger ku em li dijî êrîşên ku li çanda me  tên kirin bêdeng bimînin û tu tiştî nekin wê demê ew ê her tişt xirab bibe. Pêwîst e em wek hunermend ji bo gelê xwe hin tiştan bikin.”
 
‘Em ê nehêlin ku çand û huner bibe tektîp’
 
Elvanê di dirêjiya axaftina xwe de got ku piştî qayim tayînî şaredariyan hatiye kirin hemû sazî û dezgehên çand û hunerê ji destê wan hatiye girtin û wiha pê de çû: “Me jî wek alternatif ev der vekir û dema ku me vekir jî rastî eleqeyek mezin hat. Sedema vekirina me jî ew bû ku gel ji çand û hunera xwe dûr nekeve ye. Lewra jî me ji wê rojê vir de dest bi xebatan kir û her ku ji destê me hat xebatên xwe zêde kir. Lewra jî mihrîcana ku em îro li dar dixin ji bo gel e. Hikumet bi her aliyê dixwaze  kurdan bike ‘tektîp’ û niha jî ji bo çandê bike tektîp hewl dide. Lê em ê li dijî vê hewldanê derbikevin û em ê nehêlin ku çan û huner bibe tektîp. Li dijî tektîpê em ê mihrîcana xwe li dar bixin.”
 
‘Em ê xebatên xwe berdewam bikin’
 
Elvan di dawiya axaftina xwe de got ku di salên borî de mihrîcanên ku wan li dar xistiye tevlîbûnek baş çêbûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê mihrîcana îsal li gor salên borî cudatir e. Ji ber ku mihrîcana îsal di bin zextan de tê lidarxistin. Lê em bawer dikin ku wê tevlîbûnek baş çê bibe. Ji ber ku me dema ev der nû ava kir tavlîbûnek baş hebû û ji ber vê jî ez dibêjim mihrîcana îsal wê gelek baş bibe. Her wiha gel xwediyê şanoyê jî derdikeve. Em ê di pêvajoyên pêşî de dîsa mihrîcana xwe berdewam bikin. Pêvajo her çiqas xirab be jî em ê xebatên xwe berdewam bikin. Ger pêwîst bike em ê li derve jî xebatên xwe bidin meşandin.”