Berfîn Aktay: Mûzîk û stran parçeyek ji jiyana min e

  • 09:02 21 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Berfîn Aktaya ya ku di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye ku ji 5 saliya xwe de li tebûrê dixe diyar kir ku ew lêdana tembûrê  û strangotinê ji bavê xwe hîn bûye. Berfînê diyar kir ku divê her mirov li çanda xwe xwedî derê û anî ziman ku her kes bi çanda xwe heye. 
 
Berfîn Aktaya ya ku di sala 1992’yan de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye û  di pênc saliya xwe de dest bi lêdana tembûrê kiriye anî ziman ku ew ji bavê xwe hînî lêdana tebûrê bûye. Berfînê anî ziman ku wê di 6 saliya xwe de konsera xwe ya yekem a bi tembûrê di salvegera damezrandina PKK’ê de daye. Berfînê derbarê ku çawa hînî lêdana tebûrê bûye û çanda kurd de ji me re axivî. 
 
Berfînê di destpêka axaftina xwe de got ku ew heta 2012’an li Nisêbînê jiyaye, piştre hatiye Amedê û li vir jî 5 salan jiyaye. Piştre ji bo kar û barên mûzîkê çûye Stenbolê û niha li wir dijî. Berfînê anî ziman ku ji ber ku bavê wê bi karê mûzîkê re eleqeder dibû bala wê tembûr kişandiye û niha ew hem li tembûrê dide û hem jî stanan dibêje. Berfînê wiha dirêjî da axafitna xwe : “Dema bavê min li tembûrê  dida û stran digot gelek bala min dikişand û ev jî ji bo min bû avantajek ku ez îro li tembûrê dixim. Bavê min nivîskarê stranan bû. Xebata wê ya li ser muzîkê di çi astê de dibe bila bibe lê ew ji bo min hunermendek û mînak bû. Min gava xwe ya mûzîkê bi bavê xwe re axêt. Wekî her kes jî dizane strana  min a yekem  ‘De lorî lorî’ ye. Berî ku ez dest bi dibistanê bikim min ew stran digot. Ez bi kar û xebata xwe ya lêdana tembûrê û strandinê rastî  bertekên êrînî têm. Ev jî min gelek kêfxwe dike, motîvasyon û hêzê dide min.”
 
'Ez bi saya mûzêkê bûm humanîst'
 
Berfînê di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew bi tenê tembûrê lê dide, lê niha jî li ser piyano û gîtarê dixebite. Berfînê bi lêv kir ku dema dest bi mûzîkê kiriye, mûzîk bûye parçeyek jiyana wê û jiyana wê gelek gûherandiye û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Mînak ez miroveke hestewarim û mûzîkê li ser karaktera min gûherandin pêk anî. Ez gelek çîrokan meraq dikim. Ji xwe her stranek çîrokek wê heye. Dema ku hûnermend çîroka strana dibêje nizanibe bi awayekî din nêzî wê stranê dibe. Ger hûnermend  çîroka wê stranê zanibe ji xwe wateya wê stranê nabîne. Mûzîkê hîşt ku zimanekê hiştiye ku zimanekî hevpar bê avakirin û ez bi mûzîkê re bûm miroveke humanîst.”
 
‘Divê hûnermend xwe  tim di nava civakê de bibîne’
 
Berfînê di dirêjiya axaftina xwe de got ku ew wek hûnermend û jineke kurd çanda kurdan ji bo wê girînge û ev tişt got: “ Çand ji bo min gelek girîng e.  Lê em çand û hûnerê carna tevlîhev jî dikin. Çand jiyan e û hûner jî di nav wê jiyanê de aliyeke. Di nava çandê de tişta herî girîng jî ziman e. Dema mirov li çanda kurda dinêre tifaqek heye. Hûnermend ji bo ku stranên xwe bigihîne gel divê pêşî gel yek be û ne parçe parçe be. Ger ku hûnermend xwe ji gel qût kir ne wateya hûnermendiyê û ne jî mirovahî dimîne. Di nav hûnerê de gelek caran meselaya popîlîzmê dihêle ku mirov pozbilind be. Ger ew pozbilindî nebe di navbera  gel û hûnermend de tu tişt wê tunebe û wê nêzî hev bin. Divê hûnermend xwe  tim di nava civakê de bibîne û gelê xwe kêfxweş bike."
 
‘Mûzîk ji bo min cihê wê cuda ye’
 
Berfînê di dawiya axaftina xwe de got ku mûzîk bûye parçeyek jiyana wê û wiha dawî li axaaftina xwe anî: “Ez dema stranan dibêjim gelek aram dibim û gelek hêzê jê digirim. Ji ber ku stranan tu carî min tenê nahêlin. Stran û mûzîk  jiyana min şên dike û di nava dilê min de cih girtiye. Ez dema bi girî jî dibêjim kêfxweş dibim. Mûzîk di nav jiyana min de cihekî cuda ye. Ev girîngiya hûnerê ne mijara jin an jî mêr e. Dema mirov xwe di nava vî karî de be mirov dibîne ku bandora muzîkê li ser civakê zêde ye. Mirov dikare bi mûzîkê aramiyê têxe nav civakê. Hejmara hunermendên mêr jiya yên jin zêdetir e. Lê jina ku xwedî hez e û dikare her  tiştî bike divê li hunerê jî xwedî derkeve.”