Nivîskarek ku bi çîrokên xwe bûye eynik

  • 09:08 19 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Devrîm Arjîn Amed
 
MERSÎN - Rabîa Çelîk Çadirci bi pirtûka xwe ya bi navê 'Gece Saçli Kirlangiçlar' zêdetir behsa xwe dike û di vê pirtûka xwe de kuştina jinan a ku  pergala serdest a mêr pêk tîne vedibêje.
 
Yek ji nivîskarên jin Rabîa Çelîk Çadirci nasnameya xwe ya jintiyê û nivîskariyê tînê ba hev û şîrove dike. Rabîayê di gelek çîrokên xwe de balê dikşîne ser mijara jinê û birînên jinê yên ku qaşik girtine û pêşdarazên civakê.
 
Rabîayê di dibistana seretayî de bi teşwîqa mamosteya xwe dest bi nivîsê dike û wiha dibêje: "Bi rojan min heman gotin nivîsî. Min her roj heman tişt dinivîsî lê vê yekê hewesa min kêm nekiribû. Rojek zivistanê ez şiyar bûm û berf bariyabû. Li kolanê mêrekî bê mal hebû û li ezmanan jî tu çûk tunebûn. Wê rojê min ferq kir ku ez dikarim hevokên cuda binivîsim. Vê yekê gelekî kêfa min anîbû."
 
'Malbata min her tim piştgirî da min'
 
Rabîayê diyar kir ku bi vî awayî serkeftina wê ya nivîskariyê ya ewil di dibistana seretayî de hatiye kifşkirin û  got malbata wê jî di mijara nivîskariyê de piştgirî daye wê û ew motîve kirine.
 
'Gece saçli Kirlangiçlar' ji çîrokên rast pêk tên
 
Rabîa ya ku ji kesên pirtûka 'Gece Saçli Kirlangiçlar' xwendine nêrînên erînê girtine axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi taybet digotin zimanê te wêjeyî û herikbar e.  Digotin pirtûka te ya duyem kengê derdikeve.  Gelek jinên gotin 'çîroka min jî binivîse' hebûn.  Eleqeyan ez gelek kêfxweş kirim.  Çîroka jinên di pirtûkê de cih girtine  eynika me hemûyan e."
 
Nivîskarek xwedî hestyariya jinê
 
Rabîayê sedema nivîsandina biyografiyên jinan jî vegot û diyar kir ku ji ber qêrînên bêdeng ên jinan her roj hinek din dilê wê pelçiqandiye, dest bi nivîsandina biyografiyên jinan kiriye û ji ber vê jî min çîrokên jinan nivîsî.
 
Projeyên nû
 
Di nava projeyên nû yên Rabîayê de pirtûka helbestên ku demek dirêj e li ser dixebite heye. Rabîa ya nivîsandina çîrokan berdewam dike niha jî xebata romanekê jî dike.