‘Li dijî zextan divê tora belavkirinê û çapemeniya kolektîf bê avakirin’

  • 09:06 18 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Yek ji edîtorên Weşanxaneya Otonom a tevlî Fuara Pirtûkan a Îzmîrê bû, Melîs Înan, diyar kir ku fuar veguherîne qadên bazirganiyê û diyar kir ku Matbaya Gun, Aram û weşanxaneya Çep ku hatine desteserkirin di fuarê de tunene û got li dijî êrîşan divê tora kolektîf bê avakirin. 
 
23’emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê ya ji aliyê TUYAP’ê ve hatiye amadekirin di 14’ê Nîsanê de dest pê kir. Fuara li Qada Fuarê ya Îzmîrê ya Navneteweyî (Kulturpark) hatiye avakirin wê heta 22’ê Nîsanê bidome. Yek ji edîtorên Weşanxaneya Otonom a tevlî Fuara Pirtûkan a Îzmîrê bû, Melîs Înan, diyar kir ku fuar veguherîne qadên bazirganiyê û diyar kir ku Matbaya Gun, Aram û weşanxaneya Çep ku hatine desteserkirin di fuarê de tunene û got li dijî êrîşan divê tora kolektîf bê avakirin.
 
 Melîsê diyar kir ku di nav demê de girseya xwendevanan jî cuda bûye û mirovên ku girîngiyê dide fikr û ramanê jî kêm bûye û wiha got: “Em wek weşaxane dixwazin xwe bigihînin xwendevanan. Lê mixabin fuar veguheriye qadek bazirganiyê. Berê xwendekarên zanîngehê dihatin. Me hev nas dikir û me nîqaş dikir. Em hewl didin lêçûnên xwe yên vir derxin lê armanca me ne qezenckirina pereyan e. Em dixwazin pirtûkên me bên xwendin.” 
 
‘Qada jiyanê ya weşanxaneyên şoreşger hatin tengkirin’ 
 
Melîsê her wiha balkişand ser zextên li ser weşanxaneyên şoreşger û got qadên jiyana wan hatine tengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qadek wisa Aram û Çep tune. Ji ber zextên mezin li ser wan hene. Lê her sal ew bi standên mezin li vir bûn. Li gelek cîhan pirtûkên Aramê hatin komkirin. Me pirtûkên xwe li Gun Matbayê çap dikir. Em bi hev re di piştevaniyê de bûn. Lê niha em neçar in matbayek din bibînin. Sê lingên ku bigihêjin ber xwendevanan hene. Lingên çep û belavkirinê di bin zextê de ne. Weşangerî gelek zehmet e. Hemû weşaxaneyên muxalîf dikarin di belavkirin û matbayê de torek kolektîf ava bikin. Divê fikarên bazirganî li aliyekî bên hiştin.”