Li fuara pirtûkan OHAL heye, Aram, Çep û Guldunya tune!

  • 09:04 17 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Di Fuara Pirtûkan a Îzmîrê de tunebûna weşanxaneyên Çep û Guldunya bandor li ser xwendevanan kir û ciwan jî ji ber aloziyên pergala perwerdê tenê bi pirtûkên testan re eleqeder dibin.
 
23’emîn Fuara Pirtûkan a TUYAP’ê ya Îzmîrê li Qada Fuara Îzmîrê ya Navneteweyî (Kulturpark) didome. Ciwanên tevlî fuarê dibin jî herî zêde eleqeyê nîşanê pirtûkên ji bo amadekariya zanîngehê û alavên diyariyê.
 
 Xwendekara pola yekem a lîseyê Kardelen Beyaz diyar dike ku ligel pirtûkên testan pirtûkên di qada çîrokên ‘evînê’ de jî bala wê dikşîne. Melîs Su Aksu ya diçe pola 3’emîn a lîseyê jî di alî pirtûkên testan û pirtûkên ‘tirs’ û ‘macerayê’ de tercîha xwe dike.
‘Sansur li dijî azadiya fikr û ramanê ye’
Melîsê her wiha diyar kir ku sansurkirina pirtûkan li dijî azadiya fikr û ramanê ye û wiha got: “Her kes dikare fikrê xwe binivîse. Hinek pirtûk bi hinceta ‘ne li gorî civakê ye’ hinek pirtûk ‘bi hinceta ne li gorî dewletê ye’ tên qedexekirin. Lê li gorî min divê neyên qedexekirin. Di encamê de kesên wan bixwînin jî hene.”
 
‘Ji ber testan nikarim pirtûkên din bigirim’
 
Ezgî Gîzem ya diçe pola 11’emîn jî bi lêv kir ku pereyê malbat dide wê pê pirtûkên testê dikire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazim bibim mîmar. Ji bo perwerdehiyek baş divê zanîngehek baş bê qezenckirin. Pergalek vala ye. jiyana me girêdayê saetekê ye. Ji ber vê em pirtûkên testê dikirin û van testan çêdikin. Ji ber vê min tenê pirtûkek roman û helbestê girt. Em ê ji bo ezmûnê xwe amade bikin. Tu dema me tune.”
 
‘Desthilatdariyê bandor li fuarê kiriye’
 
Fîlîz Koçyîgît jî got weşanxaneyên wekê Guldunya, Aram û Çep tune. Fîlîzê bi lêv kir ku ew li pirtûkên femînîst jî geryaye û wiha got: “Hewaya vir jî hewaya destilatdariyê dide xuyakirin. Her sal gelek weşanxane li vir hebûn lê îsal ew jî tune ne.